Şêniyên Hesekê ji bo Efrînê meşiyan

Li bajarê Hesekê, Serêkaniyê, Til Temir û Dirbesiyê bi hezaran welatî ji bo Efrînê meşiyan. Di meşê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.

Li tevayî bajarên Rojavayê Kurdistanê gel ji bo Efrînê daketiye qadan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto dikin.

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Hesekê yên ji hemû pêkhateyan di çarçoveya çalakiyên 26'ê Gulanê li Çerxeriya Sînalko kom bûn. Girseya ku bê navber dirûşme berz kirin û pankartên bi nivîsên li dijî dagirkeriya Tirk vekiribûn heta Çerxeriya Itfaiyê meşiyan.

Ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û piştre Hevserokê Meclîsa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso axivî û got ku dewleta Tirk careke din dixwaze dagirkeriya Osmanî ya herêmê bidomîn e û wiha domand: "Gelê me wê bi têkoşîna xwe rê nede dewleta Tirk ku dixwaze siyaseta dagirkeriyê li herêmê pêk bîne.”

Piştî axaftinan meşa gel bi dirûşmeyan bi dawî bû.

TIL TEMIR

Bi dehan şêniyên Til Temir jî bi heman armancê li ber avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan kom bûn. Welatiyên ku ji hemû pêkhateyan pêk dihatin posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, al û sembolên herêmê hildan. Meşvan li kolanên bajar geriyan û li Kolana Filistînê kom bûn.

Piştî deqîqeyek rêzgirtinê  Cîgirê Hevserokê Meclîsa Kantona Hesekê axivî û got ku ji bajarê Til Temir şarê biratiya gelan û jiyana hevbeş ew berxwedana hemû azadîxwazên cîhanê silav dikin û wiha dom kir: "Li Bakurê Sûriyeyê şerekî mezin heye. Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe dixwaze herêmê bixe bin kontrola xwe. Em hemû ji dagirkeriya Tirk a ji Efrînê re dibêjin na."

Piştî axaftinê meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.

SERÊKANIYÊ

Bi sedan welatiyên Serêkaniyê û Zurgan di çarçoveya çalakiyên roja 26`ê Gulanê roja têkoşîna li dijî dagirkeriya Tirk ji xaka Kurdistanê re, meşiyan.

Welatî li ber ber Mal Gel kom bûn û bi diruşmeyên li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan. Girseya gel heta Meydana Azadî meşiyan û li vir kom bûn. Li vir li ser navê TEV-DEM'ê Osman Xelîl axivî: " Dewleta Tirk a dagirker dixwaze li hemû Rojhilata Navîn pîlana xwe ya dagirkeriyê pêk bîne. Dagirkirina Efrînê di vê çarçoveyê de pêk hatiye. Lê gelê herêmê bi tekoşîna xwe wê hemû planên dagirkeriya Tirk vala derbixin."

Piştî axaftin bi dawî bû, meşvanan bi dirûşmeyan dawî li meşa xwe anîn.

DIRBÊSIYÊ

Di heman çarçoveyê de bi dehan şêniyên Dirbêsiyê jî meşiyan. Meşvanên ku bê navber dirûşmeyên li dijî dagirkeriya Tirk berz dikirin ji ber Navenda Ciwanan a li bajarê Dirbêsiyê dest bi meşê kirin.

Meşvanan her wiha pankartên bi nivîsên "Berxwedana Serdemê berxwedana azadiyê ye. Azadiya Rêber Apo, Meşa gelan a li dijî dagirkeriya Tirkiyê ye" vekiribûn.

Meşvanên bê navber dirûşme qîr dikirin heta sûka bajar meşiyan.

Meşvan li vir kom bûn û piştî rêzgirtinê Endamê Rêveber ê Meclîsa Navçeya Dirbêsiyê Ebdulah Şêxka axivî û got ku gelê Bakurê Sûriyê li dijî dagirkeriyê serî hildane û wê xaka xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin.

Welatiyan meş bi dirûşmeyan bi dawî kirin.