ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Trump: Eger Ewropa çeteyên xwe nebe dibe ku bên berdan
Serokê DYE'yê Donald Trump careke din bang li welatên Ewropayê kir ku di mijara çeteyên di destê QSD'ê de ne bikevin nava liv û tevgerê. -
Wezîra Berevaniyê ya Elman: Kurdan li dijî DAÎŞ'ê şer kir
Wezîra Berevaniyê ya Elman Annegret Kramp-Karrenbauer serdana leşkerên Elman kir, ku bi çarçoweya têkoşîna dijî DAÎŞ'ê li Başûrê Kurdistanê ne. Wezîrê li vir got, têkoşîna dijî DAÎŞ'ê Kurdan kiriye. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê 4 sivîl revandin
Dewleta Tirk û çeteyên wê li navçeya Bilbîlê ya Efrînê 4 sivîlên din revandin û aqûbeta sivîlan nayê zanîn. -
YPJ'ê ragihand ku şervana wan Emgîhan şehîd bûye
Fermandariya Giştî ya YPJ'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şervana wan Emgîhan Cûdî bi krîza dil şehîd bûye. YPJ'ê sersaxî da malbatê û gelê Kurdistanê û got ew ê alaya ku şehîdan daye wan bigihin serfiraziyê. -
Li Ezazê 3 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku li Ezazê 3 çete hatin kuştin. -
Kongreya Star li dijî desteserkirina şaredariyan bang kir
Koordînasyona Kongreya Star a Rojava li dijî desteserkirina şaredariyan bang li hêzên demokrasî û aştiyê kir ku li hemberî faşîzma dagirkeriya desthilatdar hêza xwe bikin yek û li dijî qirkirina siyasî rawestin. -
Artêşa Tirk a dagirker li Efrînê berhemên dîrokî talan dike
Artêşa Tirk a dagirker li Efrînê cihên dîrokî talan dike û berhemên dîrokî direvîne. -
Mamosteyên Efrînê bi meşeke girseyî dagirkeriya Tirk protestokirin
Mamosteyên Efrînê li gundê Til Qireh bi meşekê dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê protestokirin. -
HRE: Li Ezazê leşkerekî Tirk hat kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiya hêzên wan ya li Ezazê de leşkerekî dewleta Tirk a dagirker hatiye kuştin. -
Xan Şêxûn ket, dora benda çavdêriyê ya Tirkiyeyê jî hate girtin
Artêşa Sûriyeyê û hêzên Rûsyayê ji aliyê bakur ve ketin navçeya Xan Şêxûnê û beşeke mezin a navçeyê û otoban xistin bin kontrola xwe. Komên çeteyan ên li başûrê navçeyê xwe bi paş ve kişandin û benda çavdêriyê ya Tirkiyeyê jî di xeleqa rejîmê de ma. -
Komên çete ji Xan Şêxûnê vekişiyan
Piştî ku rejîma Sûriyeyê ketin nava Xan Şêxûnê ku herême stratejîk a Îdlibê ye, çeteyên Enqereyê ji Xan Şêxûn û sektorên li bakurê Hamayê vekişiyan. -
Dewleta Tirk 50 wesayîtên leşkerî alîkarî ji El Kaîdeyê re şand
Rejîma Sûriyeyê piştî ku kete Han Şeyhûna dibin dagirkeriya çeteyên ku Enqere piştgiriya wan dike, rejîma Tirk bi konvoyekî 50 wesayîtên leşkerî alîkarî ji çeteyên El Kaîdeyê re şand. Baldfirên Rûsya û Sûriyeyê derdora konvoyê bombebaran kir. -
Sûriye: Rejîma Tirk cebilxane şand Han Şeyhûnê
Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ragihand, rejîma Tirk bi konvoyeke leşkerî cebilxane şand ji komên çete re yên li Han Şeyhûnê. -
Han Şeyhûn wê diyariya Erdogan ji bo Pûtîn, cezayê ji bo DYE be?
Hêzên rejîmê û yên Rûsan ên ku berî xwe dabûn Han Şeyhûnê, ketin navçeyê. Erdogan beriya civîna di Îlonê de Han Şeyhûn diyarî da û dixwaze ji bo ‘herêma ewle’ gelek tawîzan ji DYE’yê werbigire. -
El-Ebid: Tirkiye herêmeke teslîmbûyî dixwaze
Alîkarê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid çalakiya mertalê zindî ya Serêkaniyê de axivî û got “Tirkiye ji dêvila herêmeke ewle, herêmeke dagirbûyî dixwaze.” -
Artêşa Tirk a dagirker bajarokê Mînêx û gundên Şerayê bombebaran dike
Artêşa Tirk a dagirker piştî ku êrîşî gundên Malîkiyê û Şêwarxê yên Şerayê kir, vê carê gundên Meranaz, Elqemiya, Eynd Dîqna û bajarokê Mînêxê bombebaran dike. -
QSD’ê qetilkirina sivîlan yên li Îdlib û Hamayê şermezar kir
Berdevkê Fermî yê QSD’ê Kîno Gabriyel qetilkirina sivîlan yên li bejahiya Îdlib û Hama yên ji aliyê rejîma Sûriye û Rûsya û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ve şermezar kir. -
Artêşa Tirk a dagirker gundên Şerayê bomberdûman dike
Artêşa Tirk a dagirker bi topan li gundên Şiwarxa, Kela Şiwarxa û Malikiyê ya Şeraya Efrînê dixe. -
Li Efrînê mayîn teqiya
Li Efrînê li ser rêya Tirindê teqînek çêbû. -
HRE: Li Efrîn, Ezaz û Mareyê 7 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên hêzên wan ên li Efrîn, Ezaz û Mareyê de 7 çete hatine kuştin û wesayîteke hate rûxandin. -
Konferansa 2'emîn a Kedkarê Herêma Cizîrê dest pê kir
Kedkarên herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi konferansa xwe ya duyemîn kirin. -
Li Qamişloyê ji ber êrîşa xwekujî kesekî jiyana xwe ji dest da
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji ber êrîşeke xwekujî endamekî hêzên ewlehiya hundirîn jiyana xwe ji dest da, 2 kes birîndar bûn. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê bi dehan sivîl revandin
Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li Efrînê bi dehan sivîlên din revandin. -
Artêşa Tirk Til Rifat bombe dike
Artêşa Tirk Til Rifat a girêdayî Kantona Şehbayê ye topbaran dike. Li gorî agahiyên ketin dest 3 top li navendeke ya Rûsyayê ketine. -
Encamnameya Komxebata Eşîran hate eşkerekirin
Encamnameya Komxebata Eşîr û Qebîleyên Cizîrê hate eşkerekrin. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku wê bi QSD’ê re bin û banga diyalogê li rêveberiya Şamê hate kirin.