QSD’ê qetilkirina sivîlan yên li Îdlib û Hamayê şermezar kir

Berdevkê Fermî yê QSD’ê Kîno Gabriyel qetilkirina sivîlan yên li bejahiya Îdlib û Hama yên ji aliyê rejîma Sûriye û Rûsya û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ve şermezar kir.

Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (QSD) Kîno Gabriyel êrîş û komkujiyên rejîma Sûriye û komên çete yên li Hama û Îdlibê şermezar kir.

Daxuyanî di malpera fermî ya QSD’ê de hate weşandin û ev tişt hatin diyarkirin;

“Di van demên dawîn de asta şerên ku li gundewarê bakurê Hemayê û başûrê gundewarê Idlibê rû didin, li gel israr rejîma Sûriyê di kontrolkirina rêyên Heleb-Şamê û Heleb-Lazîqiye de bilind bûne. Ji aliyê xwe ve Cebhet El-Nusra û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê sivîlan di planên xwe de bi kar tînin ji bo ku zextê li rejîma Sûriyê û Rûsyayê bikin da ku hemleya xwe ya leşkerî li herêmê rawestînin.

Li gorî belgeyên ku ji Kongreya Soçiyê ya dawîn deşîfre bûne, lihevkirinek ji cuda aliyên ku tev li civînê bûne li ser bendên rawestandina şer û kişandina çekên giran heta kûrahiya 20 km dûrî eniyên şer bi dabîna Rûsya û Tirkiyê hebû. Lê ev tişt pêk nehat. Li gel gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê asta êrîş û şer li wan herêman zêde bû, beyî ku jiyana bi hezaran sivîlan di ber çavan re were derbaskirin. Di encama şer û topbarana bêserûber  de ji her du aliyan ve, zarok, jin û sivîl bûn qurbana nepêkanîna aliyên misogerker peymanên girêdayî herêmê û şêniyên wê.

Wek QSD`ê em bi tundî vê hovîtiyê di bikaranîna hêza zêde de li ser her du aliyên xendekên şer li herêmên ku sivîl lê hene şermezar dikin. Em sersaxî ji tevahiya qurbaniyan re dixwazin û bang li civaka navdewletî dikin ku mudexele bike û rê li pêşiya vê qirkirinê der heqê sûriyan de rawestînin. Çi sivîlên ku di encama topbarana rejîma Sûriyê û hevalbendên wê de tên kuştin yan jî sivîlên ku jiyana wan ji ber endamtiya olî yan jî taîfî ji hêla komên çeteyên girêdayî Tirkiyê ve dikeve xeteriyê.”