El-Ebid: Tirkiye herêmeke teslîmbûyî dixwaze

Alîkarê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid çalakiya mertalê zindî ya Serêkaniyê de axivî û got “Tirkiye ji dêvila herêmeke ewle, herêmeke dagirbûyî dixwaze.”

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El-Ebid di bin konê çalakiya mertalên zindî yê li ser xeta sînor rojavayê bajarê Serêkaniyê de axivî.

El-Ebid diyar kir ku Tirkiye bi rêya gefên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze çete û biyaniyan li herêmê bi cih bike.

El-Ebid got ku “Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevahiya pêkhateyên xwe ve gulistanek rengîn e. Şêniyên herêmê tevî QSD`ê li hember mezintirîn rêxistinên terorîst DAIŞ`ê ya ku Tirkiyê desteka wê dike, sekînin û herêmên xwe parastin.  Tirkiyeyê cenga Yewnanê bi cenga hezkirin û aştiyê bi nav kir. Di wî şerî de bi hezaran şêniyên wê kuşt. Cenga Efrînê bi şiqina zeytûnê bi nav kir, zeytûna wê şikand û şêniyên wê da koçberkirin. Em banga hezkirin, aştî û biratiyê dikin. Em dixwazin aştî û azadiyê li cîhanê belav bikin û em mîna Tirkiyê wêranî û kuştinê naxwazin."

Her wiha El-Ebid tekez kir ku Tirkiyê herêma ewle naxwaze lê belê herêmek teslîmkarî û dagirkerî bê ewle dixwaze û wiha domand: "Gazinca me ji kesên ku li paş sînor disekinine. Vegerin warên xwe eger dojeh be jî lê ji bihûşta Erdogan baştir e."

Hemdan El-Ebdi di dawiyê de got: "Ciwanên roj û agirê amade ne li hember dewleta Tirk a dagirkera li ber xwe bidin û bi her awayî destkeftiyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin.”