Artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê 4 sivîl revandin

Dewleta Tirk û çeteyên wê li navçeya Bilbîlê ya Efrînê 4 sivîlên din revandin û aqûbeta sivîlan nayê zanîn.

Dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên li Efrînê êrîşên xwe yên li ser bajar bê navber didomînin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihê hatin girtin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 4 welatiyên gundê Qûta yê navçeya Bilbilê ya Efrînê revandin.

Ji 4 welatiyan navê sê welatiyên hatine revandin wiha ne; Ebdilqadir Seydo (40), Beşîr Mihemed Seydo (24) û hevjîna wî ya 20 salî.

Aqûbeta kesên nehatine revandin ne diyare, hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker ev 2 meh û nîv e zêdetirî 400 welatiyên ji navçe û gundên kantona Efrînê revandine.