ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Racoyê li dijî çeteyan çalakî: Çeteyek hate kuştin
Li navçeya Raco ya Efrînê li dijî çeteyên dewleta Tirk ku li dikanekê bûn bi bombeya destan çalakiyek hate kirin. Di teqînê de çeteyk hate kuştin, çeteyek jî birîndar bû. -
Li Ezazê wesayiteke bombebarkirî hate teqandin-NÛ BÛ
Li navenda Ezazê ya ku dewleta Tirk dagir kiriye, bi wesayiteke bombebarkirî çalakiyek hate kirin. Li gorî agahiyên pêşî 8 kes birîndar bûn. Li Raiyê li nêzî nuqteya çeteyan motosîkleteke bombebarkirî hate teqandin. -
Kurd: Tirkiye li Sûriyeyê têk çû lê li pey planên din e
Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd diyar kir ku Tirkiye li Sûriyeyê qels bûye û têk çûye. -
Dewleta Tirk li Efrînê 20 sivîl revandin
Dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete ku Efrîn dagir kirine, di nava du rojên dawî de 20 sivîlên din jî revandin. -
Fisteqên Kobanê gelekî berhemdar in
Li Rojavayê Kurdistanê her werzê berhemên cuda yên çandiniyê tên berhevkirin. Herî zêde darên fisteqan berhemdar in. Şert û mercên avhewayê yên Kobanê jî ji bo vê yekê guncaw e. -
'Em ê li dijî gef û êrîşan bibin yek'
Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star Rihan Loqo diyar kir, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li Rojava jin wê ji bo parastina xaka xwe li ber xwe bidin û got, "Li dijî gef û êrîşan em ê bibin yek." -
Li gundê Ewn Dadaet a Minbicê teqînek pêk hat
Li nuqteyeke ya komên çetey yên bi navê ‘Mertala Firatê’ ku girêdayî dewleta Tirk a dikeve gundê Ewn Dadaet a bakurê Minbicê teqînek bi hêz pêk hat. -
2 hezar zarok tabloyeke 500 metre xêz kirin
Li Kampa Serdemê 2 hezar zarokên Efrînî li ser caweke bi dirêjiya 500 metreyî xeyal û êşên xwe xêz kirin. Tablo diyarî Alan Kurdî hate kirin. -
Cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê El-Ebdullah hate veşartin
Cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Eyhem El-Ebdullah li navçeya Şedadê ya Hesekê bi merasîmeke hate veşartin. -
Sefîrê DYE: Hindik maye ku em bi Talîbanan re li hev bikin
Li bajarê Doha yê Qatarê tûra 9’emîn a muzakereyan a di navbera DYE û Talîbanan de bi dawî bû. Sefîrê DYE Zalmay Halîlzade diyar kir ku hindik maye bi Talîbanan re li hev bikin. -
Li Dêra Zorê berpirsê aboriya şaneyên veşartî yê DAÎŞ’ê hate girtin
YPG’ê ragihand ku di encama çalakî û operasyonên hêzên wan de berpirsê aboriya şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê Mihemmed Remedan Eyd El-Tala hate girtin. -
HRE: Li Efrînê 16 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiyan de 16 dagirker hatine kuştin. -
Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî: Em ê gel û xaka xwe biparêzin
Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî Mecîd Feyaz diyar kir, QSD ji deverên ku weke 'herêma ewle' hatine destnîşankirin vekişiya ye û herêm di kontrola wan de ye. Feyaz got, "Êrîşek bê kirin em ê gelên xwe û xaka xwe biparêzin." -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karê ji nû ve avabûnê
QSD sîstema xwe ya parastinê li gelemperiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya meclîsên leşkerî de bi rêxistin dike. -
Komxebata Eşîran: Gef sûdê dide DAÎŞ’ê
Piştî komxebata eşîrên Herêma Firatê encamname hate xwendin û hate gotin ku gefên dewleta tirk nayên qebûl kirin. -
Li Girê Spî gefên dewleta Tirk tê nîqaşkirin
Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed, di komxebata eşîrên Firatê de axivî û got: “Niha em dîrokekî nû ku xizmetê ji bo hemû gelên Sûriyeyê bike dinivîsin.” -
HRE'yê şervanê ku bi krîza dil şehîd bû bi bîr anî
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) şervanê bi navê Zinar Canşêr ku 29'ê Tebaxê bi krîza dil şehîd bûyî bi bîr anî. -
HRE: Li Efrîn û Mare 6 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin
HRE'yê ragihand ku li Mare û Efrînê di çalakiyên hêzên wan de 6 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin. -
Eşîrên Ereb li dijî dagirkeriyê li Girê Spî li hev kom bûn
Eşîrên Ereb li dijî gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dirûşma 'Na ji dagirkeriya dewleta Tirk re, erê ji Sûriyeyeke ewle re' li Girê Spî li hev kom bûn. -
Li Şehbayê sala 3'emîn a perwerdeyê ya bi şert û mercên giran
Mamoste û xwendekarên Efrînî di nava şert û mercên giran de dest bi saleke nû ya perwerdeyê dikin. Mamosteyên Efrînî ku wê li binê kon û xirbeyan dest bi perwerdeyê bikin, dixwazin piştgirî ji wan re bê kirin. -
Li Îdlîbê koalîsyona navneteweyî êrîşeke hewayî kir
Hate ragihandin ku balefirên şer ên koalîsyona navneteweyî li bakurê Îdlîbê êrîşeke hewayî li dar xistine. -
Artêşa Tirk gundên Şêrewayê bombe dike
Artêşa Tirk bombeyan li gundên Mezin û Başemirê ya Şêrewayê dibarînin. -
’Xakên xerîb ji me re nabin war’’
Dr. Şexmûs ku dema şer çûyî Ewropayê got, li wan deran debar nekiriye û dîsa vegeriyaya Qamişloyê û domand, ‘’Doktorên me yên ku çûne Ewropayê bila vegerin ser warê xwe, hewcehiya gelê me bi wan heye.’’ -
Di bombeberana Şêrawa de sivîlek birîndar bû
Artêşa Tirk a dagirker bombe li gundê Başemrê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê barand û di encamê de sivîlek birîndar bû. -
Li Dêra Zorê hucreyekî din a DAÎŞ’ê hate têk birin
Hêzên Ewlehiya Navxweyî ya Dêra Zorê li bajarokê Zîban hucreya DAÎŞ’ê têk bir.