Xan Şêxûn ket, dora benda çavdêriyê ya Tirkiyeyê jî hate girtin

Artêşa Sûriyeyê û hêzên Rûsyayê ji aliyê bakur ve ketin navçeya Xan Şêxûnê û beşeke mezin a navçeyê û otoban xistin bin kontrola xwe. Komên çeteyan ên li başûrê navçeyê xwe bi paş ve kişandin û benda çavdêriyê ya Tirkiyeyê jî di xeleqa rejîmê de ma.

Komên çeteyan ên bi navê Heyet Tehrîr El Şam û yên girêdayî wê xwe ji navçeya Han Şeyhûn a Îdlîbê vekişandin û ev navçe kete bin kontrola hêzên Sûriye û Rûsan.

ÇETEYAN XWE VEKIŞANDIN

Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku komên çeteyan ên girêdayî dewleta Tirk xwe ji Xan Şêxûnê û ji bakurê Hamayê vekişandine.

Piştî ku rejîma Sûriyeyê û hêzên Rûsyayê ji aliyê bakur ketin Han Şeyhûnê komên çeteyan ên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dikir xwe ji Latamîna, Kefer, Zîta, Morek, Lahaya û Merkabayê vekişandin.

DU ÎDDÎAYÊN CIHÊ

Piştî ku çeteyan xwe vekişandin benda çavdêriyê ya dewleta Tirk a li Çiyayê Zawiyê jî di nav xeleqa hêzên rejîmê de ma. Tê diyarkirin ku Tirkiye li ser du îddîayan disekine.

Li gorî îddîaya pêşîn cihê ku HTŞ’ê xwe vekişandiye wê Tirkiye bixwaze ku komên çeteyan ên bi navê Artêşa Neteweyî were bicihkirin. Heke ev tişt pêk neyê wê benda çavdêriyê bibe başûrê navçeya Nûmanê ya Maareatê.

Li gorî îddîayeke din jî dewleta Tirk bi navbeynkariya Rûsyayê bi rejîma Sûriyeyê re hevdîtinê dike û hewl dide benda çavdêriyê li herêmê bimîne. Lê aqûbeta benda çavdêriyê ne diyar e.

LI HIN CIHAN ŞER DIDOME

Tê diyarkirin ku rejîma Sûriyeyê û hêzên Rûsyayê hê hemû herêm nexistiye bin kontrola xwe û li hin cihan şer didome. Komên çeteyan jî ji bakurê rojhilatê navçeyê vedikişin navçeya Nûman a Maareatê.

AGIRBEST XERA BÛBÛ

Heyetên DYE û Tirk di 5’ê Tebaxê de li Enqereyê li ser ‘herêma ewle’ civiyabûn. Di 3’ê Tebaxê de jî Tirkiye, Rûsya û Îran di çarçoveya Civîna Garantorên Sûriyeyê yên 13’emîn li Kazakistanê hatin ba hev û rejîma Sûriyeyê li Îdlîbê agirbest îlan kir.

Lê rejîma Sûriyeyê di 5’ê Tebaxê de diyar kir ku li Îdlîbê şertên agirbestê xera bûye û li herêmê şer dîsa dest pê kir. Hêzên rejîm û Sûriyeyê li dijî Han Şeyhûnê ya li ser otobana Helep – Şamê ye dest bi operasyonê kir.

TIRKIYEYÊ HÊZA TAKVIYE ŞAND LÊ NEGIHIŞT CIHÊ XWE!

Dewleta Tirk li hemberî operasyonê bêdeng e û roja Duşemê di destê sibehê de xwestiye leşker û wesayîtên zirxî bişîne Morekê. Lê rejîmê pêşiya konvoya Tirkan girtiye û destûr nedaye ku biçin wê derê. Hin jêderk diyar dikin ku Tirkiyeyê herî kêm 5 tank, gelek jê zirxî nêzî 50 wesayît şandiye.

BOMBE LI KONVOYA TIRK HATE BARANDIN

Balafirên şer ên rejîma Sûriyeyê li derdora gundê Hiş ê li başûrê bajarokê Nûman ê Maare'atê bombe li koma çete ya li dora konvoya Tirk barandin. Di bomberdûmanê de 3 çete hatin kuştin 12 jî birîndar bûn. Wezareta Parastinê ya Tirk îdîa kir ku yên hatine kuştin 'sivîl' in.

PÛTÎN PIŞTGIRÎ DA OPERASYONA ARTÊŞA SÛRIYEYÊ

Ji Moskowayê jî daxuyaniyek hate weşandin û piştgirî ji operasyona rejîma Sûriyeyê re hate pêşkêşkirin. Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn piştî axaftina bi telefonê ya bi Serokkomarê Fransayê Macron re got, "Rûsya piştgiriyê dide hewldanên artêşa Sûriyeyê yên li Îdlibê li dijî terorîstan."

NUQTEYÊN ÇAVDÊRIYÊ YÊN TIRK

Di encama hevdîtinên Astanayê de yên navbera Rûsya, Îran û Tirkiyeyê ku ya herî dawî 12'ê Cotmeha 2017'an pêk hat, li Îdlibê û bakurê Hamayê 12 nuqteyên çavdêriyê yên Tirk hatibûn avakirin û dewleta Tirk gelek leşker û çekên giran li wan nuqteyan veguhastibû.

Li gorî peymana Soçiyê jî ya 17'ê Îlona 2018'an ku di navbera Serokdewletê Rûsyayê û Serokkomarê Tirk de pêk hat, der barê 10 madeyan de li hev hatibû kirin ku "ragihandina herêma bêşer a ji 15 heta 20 kîlometreyî ya li derdora Îdlibê" û "Vekirina rêyên bazirganiyê yên li herêmê" jî di nav de bûn.

TIRKIYEYÊ BI CIH NEANÎ

Piştî ku DYE û NATO'yê bi daxuyaniyan ragihandin ku eger rejîm 'çekên kîmyewî bi kar bîne wê bersivê bidin', dewleta Tirk li gorî lihevkirina Soçî tevnegeriya.

GELO DEWLETA TIRK LI PEY LÎSTIKEKE NÛ YE?

Çavdêr dibêjin, Tirkiye ya ku demeke sûdê ji nakokiyên DYE û Rûsyayê werdigire, têkçûna Han Şeyhûnê ji nedîtî ve tê û bi vî rengî beriya civîna 7'ê Îlona 2019'an a navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê dixwaze peyamê bide Rûsyayê ku ew sozên xwe yên dane Rûsyayê pêk tîne.

Çavdêr diyar dikin, ku dewleta Tirk di vê hevdîtinê de dibe ku ji bo dagirkirina Til Rifatê destûrê ji Rûsyayê bixwaze. Her wiha bi pêngava Han Şeyhûnê jî hewl dide şantajê li DYE û NATO'yê bike û ji wan re bêje, 'Eger hûn daxwaza min a li rojhilatê Firatê qebûl nekin, ez ê Îdlibê ji Rûsya û rejîmê re bihêlim'."