Mamosteyên Efrînê bi meşeke girseyî dagirkeriya Tirk protestokirin

Mamosteyên Efrînê li gundê Til Qireh bi meşekê dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê protestokirin.

Kongreya Star a herêma Efrînê ji bo protestokirina dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rêzeçalakiyên xwe yên bi dirûşmeya “Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkeriyê û DAÎŞ’ê têk bibe” domadn.

Îro mamosteyên Efrînê ji bo protestokirina dagirkeriyê li gundê Til Qireh a Şehbayê daketin qadan û meşek lidarxist.

Meş li gundê Til Qireh destpê kir û heta li ber avahiya dibistana seretayî ya gund dewam kir. Di meşê de mamoste Bêrîvan Omer û Sîhem Mihemed ji ANF’ê re axivîn û diyar kirin ku ew ê zarokên xwe perwerde bikin ji bo nifşeke azad û welatparêz derbixin.

Li ber avahiya dibistanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate giritn û mamosta Zahîda Mamo daxuyaniya bi zimanê Erebî û mamosta Velantîno Welo jî daxuyaniya zimanê Kurdî xwend. Di daxuyaniyê de bang li hemû mamosteyên cîhanê hate kirin ku li dijî dagirkeriyê bikevin nava helwdanan.