ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Serêkaniyê tevgera dagirkirinê didome
Li ser sînorê Serêkaniyê tevgera dagirkeriya Tirk didome, gel li dijî gefên dewleta Tirk û ji ber nediyariya plana ‘’Herêma Ewle’’ ev 9 roj in li ser sînor çalakiya meralên zindî dikin. -
Komxebata Eşîrên li Herêma Cizîrê: Em ji aştîyê re jî û ji berxwedanê re amade ne!
Di Komxebata Eşîr û Qebîleyên li Herêma Cizîrê de hate diyarkirin ku ew ê destûrê nedin dagirkeriya dewleta Tirk. Di komxebatê de hate gotin ku “Em alîgirên aştîyê ne lê heke êrîş pêk werin em ê li ber xwe bidin.” -
HRE: Li Mare 3 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiya hêzên wan a li bajarê Mareyê de 3 çete hatine kuştin. -
SSU bang li hikûmeta Swêdê kir: Rojava biparêzin
Rêxistina ciwanan a Partiya Karkerên Demokratên Sosyal ku hevparê hikûmeta Swêdê ye SSU ji hikûmetê xwest ku firotina çekan a bi Tirkiyeyê re rawestîne û li djî êrîş û gefên dewleta Tirk Rojava biparêze. -
Artêşa Tirk Şêrewayê bombe dike
Artêşa Tirk û çeteyên wê bi çekên giran bombe li gundê Bênê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê dibarîne. -
Serêkaniyê: Biratî bi ser ket, ne dijminatî
Serêkaniyê ku ji her pêkhateyên Sûriyeyê mirov lê ne, li dijî hewldanên tevlîhevî û dijminatiyê yên çeteyên Cephet El Nûsra, xwe ji nû ve ava kir. -
HRE: Li herêma Babê 2 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku di encama çalakiyeke wan de ya li Babê 2 çeteyên Tirk hatin kuştin. -
Hêzên rejîmê gihiştin Han Şeyhûnê
Hêzên rejîma Sûriyeyê li herêma Îdlîbê gihiştin Han Şeyhûnê ya ku gelekî stratejîk e. -
TC şantaja Idlibê li DYE'yê dike, hingiv di devê Rûsyayê dike
Dewleta Tirk ku ji bo Bakur-Rojhilatê Sûriyê dagir bike ''herêma ewle'' li ser DYE'yê ferz dike, bi lîstika ku nû li Idlibê danî gefê li DYE'yê dixwe, hingiv di devê Rûsyayê dike. -
Li Efrînê sûcê şer: 3 sivîlên din hatin revandin
Rejîma Tirk û çeteyên girêdayî wê li Efrînê ya ku hatiye dagirkirin 3 sivîlên din revandin. -
Şervan Derwîş qala sê salên rizgarkirî yên Minbicê kir
Derwîş got, "Di nava sê salan de hevgirtinek di nava pêkhatiyên bajarê Minbicê de çêbûye. Piştî ku bajar ji çeteyên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin ku me bajar radestî meclîsa sivîl kir û heta niha jî karekî serketî dibe." -
Pentagon: Herêma ewle wê qonax bi qonax pêk bê
Pentagonê ragihand, peymana 'Herêma ewle' ya bi dewleta Tirk re hatiye amadekirin wê 'qonax bi qonax' pêk bê û gava destpêkê ya ji bo vê jî wê bi lez bê avêtin. -
QSD’ê têkildarî ‘Herêma Ewle’ daxuyanî da
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku têkildarî mijara “Herêma Ewle” bi dewleta Tirk re nerasterast hevdîtin kirine û got divê hemû sînor bixin nava herêma ewle de. -
HRE: Li Şehbayê 2 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiya hêzên wan a li derdora Şehbayê de 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin. -
Piştî Nûsra û DAÎŞ'ê niha jî Tirkiye gefê lê dixwe: Serêkaniyê
Ne çeteyên Cephet El Nûsra û El Qaîdeyê, ne jî çeteyên DAÎŞ'ê li Serêkaniyê bi ser ketin. Di encama têkoşîneke mezin de Serêkaniyê hate rizgarkirin. Piştî çeteyan niha jî dewleta Tirk gefê li Serêkaniyê dixwe. -
YPJ: Minbic bi yekitiya gelê Kurd û Ereb hate rizgarkirin
YPJ’ê diyar kir ku Minbic bi keda bi sedan şehîdan û yekitiya gelên Kurd û Ereb hate rizgarkirin. -
Endamên HPC-Jin: Em ê rê nedin dagirkeriyê
Endamên Hêzên Parastina Civakî ya Jinê (HPC-Jin) diyar kirin, aştî jî hebe êrîş jî hebe ew her tim amade ne xaka xwe biparêzin. -
Şehîdê polîsê trafîkê Yûsif bi merasîmekê spartin axê
Cenazeyê polîsê trafîkê Ismaîl Yûsif ê di encama teqîna mayînekê de li Reqayê şehîd bûbû, li Şehîdgeha Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmeke girseyî spartin axê. -
YPG: Hucreyekî DAÎŞ’ê hate bê bandorkirin
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku şervanên wan li navbera Hesekê û Dêra Zorê li dijî hucreyekî DAÎŞ’ê ku amadekariya êrîşekê dikirin, operasyon lidarxistine. YPG’ê got hucreya DAÎŞ’ê hate bê bandokirin. -
HRE: Di nava 10 rojan de 72 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê bîlançoya şer û çalakiyên 10 rojan eşkere kir. HRE’yê got di nava 10 rojan de 10 jê leşkerên Tirk 62 çete bi giştî 72 dagirker hatine kuştin. -
Rejîm li Îdlibê bi pêş ve diçe, bi dehan kes mirin
Hêzên rejîma Sûriyeyê li herêma Îdlibê ku li bakur rojavayê Sûriyeyê ye bi pêş ve diçe. Cara yekemîn e ku bajarokekî stratejîk kontrol kir û ber bi Han Şeyhûnê ve bi pêş ve diçe. Di şerê Yekşemê de herî kêm 61 kes mirin. -
Malbatên şehîdan: Em naxwazin Erdogan li ser xaka xwe bibînin
Malbatên şehîdan ku ji bo avabûn û parastina Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdêlên giran dan, diyar kirin ku ew naxwazin rejîma Tirk li xaka wan bin. -
HRE: Li Şêrawa 7 leşkerên Tirk hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiya hêzên wan yên li navçeya Şera û Şêrawa yên Efrînê de 7 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin. -
Artêşa Tirk a dagirker gundên Şêrawa bombe dike
Artêşa Tirk a dagirker gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê bombeberan dike. -
Bi hezaran kes herikîn ser goristanan
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran kes roja pêşî ya cejnê herikîn ser goristanan.