Trump: Eger Ewropa çeteyên xwe nebe dibe ku bên berdan

Serokê DYE'yê Donald Trump careke din bang li welatên Ewropayê kir ku di mijara çeteyên di destê QSD'ê de ne bikevin nava liv û tevgerê.

Ji hezaran çeteyên DAÎŞ'ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê hêzên QSD'ê ve hatine girtin bi sedan ji wan welatiyên welatên Yekîtiya Ewropayê ne. Welatên Ewropayê bi israr dixwazin ku çete li devera ku lê ne bên darizandin. Hem rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hem jî DYE bal kişandin ser alternatîfa darizandina çeteyan li welatên ku jê hatine.

Lê belê di nava vê rewşa nediyar de nayê zanîn ku çeteyên di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de de ne çawa û li ku deverê bên darizandin.

TRUMP: WELATÊN EWROPAYÊ WAN NEBIN WÊ BÊN BERDAN!

Gefên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê, her wiha hebûna nêzî milyonek penaberî dikin ku bi hezaran çeteyên girtî ne bibin pirsgirêkeke girîng.

Serokê DYE'ê Donald Trump bal kişand ser vê mijarê û careke din hişyarî da welatên Ewropayê ku endamên DAÎŞ'ê yên welatiyên wan in bibin.

Trump li Qesra Spî ji rojnamevanan re axivî û got, "(Bi hevalbendên xwe re) em bi hezaran endamên DAÎŞ'ê digirin. Divê Ewropa van kesan werbigire. Eger Ewropa wan nebe, hingî rêyek li ber min dimîne; dibe ku wan berdin û bişînin welatên jê hatine."