ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
YPG’ê li dijî şaneyên DAÎŞ’ê operasyonek berfireh pêk anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê ragihand ku tîmên taybet ên girêdayî YPG’ê 4’ê Tebaxê li bajarê Hesekê li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê operasayonek berfireh pêk anî. -
HRE: Li Bab û Mareyê 11 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku hêzên wan li herêma Bab û Mareyê rêzeçalak lidar xisitne. HRE’yê got di çalakiyan de 11 çete hatine kuştin û gelek çek ketine destê şervanên wan. -
Kongreya Îslama Demokratîk gefên dewleta Tirk şermezar kir
Kongreya Îslama Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî gef û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li bajarê Qamişlo kon veda. -
Îran 2 roj in leşkeran dişîne Dêra Zorê
Li herêma Dêra Zorê Îran leşkeran dişîne herêmên di destê hêzên rejîma Sûriyeyê de ne. -
Artêşa Tirk li Efrînê 5 hezar dar birî
Artêşa Tirk û çeteyên wê, li Efrînê qetlîama daran didomîne. Darên ku tên birîn, dişînin Tirkiyeyê. -
Li Şêrawayê ji ber êrîşa artêşa Tirk du sivîl birîndar bûn
Artêşa Tirk a dagirker top avêt gundê Burc Qes ê li navçeya Şêrawa ya Efrînê. Ji ber êrîşê jinek û bavê wê bi giranî birîndar bûn. -
Rejîma dewleta Tirk li Şehbayê gundek bomberdûman kir
Dewleta Tirk a dagirker li Şehbayê gundek bomberdûman kir. -
Li Hesekê êrîşa seyêmîn
Li Hesekê îro 3’ê êrîşên bi motosîkletên bombebarkirî pêk hat. -
HRE: Li Cindirêsê 2 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiya hêzên wan ya li navçeya Cindirêsê ya Efrînê de 2 çete hatine kuştin. -
Îranê leşker sewqî Dêra Zorê kir
Mûhafizên Şoreşê yên Îranê hêz şand Dêra Zorê. -
Li Hesekê ji ber du teqînan kesekî jiyana xwe ji dest da
Li taxa Mişerfe ya Hesekê di nava nîv saetê de du teqîn pêk hatin. -
Navê nû yê polîtîkaya mêtingeriyê: Herêma ewle
Gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Heyeteke leşkerî ya ji DYE'yê sibe diçe Enqereyê. Erdogan li bendê ye ku xeyalên xwe yên Osmaniya nû ferz bike, lê gelên herêmê jî ji her rewşeke gengaz re amadekariyan dikin. -
Xelîl: Her tişt wê ne li gorî dilê Erdogan be
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl bal kişand ser gefên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û got, her tişt wê li gorî dilê Erdogan nemeşe. -
Li Ezazê teqîn: Serçeteyek mir
Li gundekî Ezazê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, di encama teqînekê de serçeteyekî bi navê Ebû Dirai Mix hate kuştin. -
Li Amûdê êrîşa Şengalê bi merasîmekê hate şermezarkirin
Bi tevlîbûna sedan welatiyên Amûdê êrîşa qirker a çeteyên DAÎŞ’ê ya salvegera 5’an a li ser Şengalê bi mîtîngekê hate şermezarkirin. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê li Mabetayê darên zeytûnan dibirin
Artêşa Tirk a dagirker li navçeya Mabetayê ya Efrînê darên zeytûnan dibire. -
HRE: Li Mare, Bab û Ezazê 17 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrîn ragihandin ku di rêzeçalakiyên li Mare, Bab û Ezazê de 17 çete hatine kuştin. -
Çeteyên rejîma Tirk li Efrînê gelek sivîl revandin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeyên Mabeta û Şera yên Efrînê gelek kes revandin. -
Li Babê teqîn: Serçeteyek hate kuştin
Li nêzî dibistana El Mûhedese ya bakurê Babê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin teqînek çêbû. Di teqînê de serçeteyê Feyleq El Şam Ebû Ebdo Ensarî hate kuştin. -
Di salvegera fermanê de Êzîdiyên Efrînê pêşangeha wêneyî lidarxistin
Beriya 5 salan çeteyên DAÎŞ’ê êrîş bi ser Şengalê de birin. Ji ber salvegera 5’an a qirkirinê, Êzîdiyên Efrînê pêşengeheke wêneyî vekirin. -
Çeteyên Tirk li Efrînên ciwanan direvîne
Li Efrînê çeteyên bi navên ‘leşker û polîs’ yên dewleta Tirk ciwanan bi zorê direvînin û beşdarî nava xwe dikin. -
Kongra Star a Rojava Qirkirina Şengalê şermezar kir
Koordînasyona Kongra Star a Rojava Qirkirina Şengalê ya di 3’ê Tebaxa 2014’an de şermezar kir û diyar kir ku wê rêxistinkirin û rizgarkirina her jinekê bibe bersivên fermanên dagirkeran. -
Bi mamosteyên Efrînî re perwerdehiyên havînî..
Mamosteyên Efrînî ku ji bêgavî koç kirine, piştî betlaneya dibistanê, di dewr Ş. Mamoste Egîd de, ya Akademiya Ş. Polat Efrîn, perwerdehiya branş, îdeolojîk û kesayatiyê dibînin. -
Artêşa Tirk top avêt gundên Şehbayê
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê top avêtin gundên Şehbayê. -
Li Şêrawayê tankek hate rûxandin û 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
HRE'yê ragihand, li navçeya Şêrawa ya Efrînê di çalakiya dijî artêşa Tirk a dagirker de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin û tankek hatiye rûxandin.