YPJ'ê ragihand ku şervana wan Emgîhan şehîd bûye

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şervana wan Emgîhan Cûdî bi krîza dil şehîd bûye. YPJ'ê sersaxî da malbatê û gelê Kurdistanê û got ew ê alaya ku şehîdan daye wan bigihin serfiraziyê.

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Emgîhan Cûdî bi bîr anî û diyar kir, ew doz didin ku li ser rêya şehîdan bimeşin û sersaxî ji malbata Emgîhan Cûdî û hemû malbatên şehîdan re xwest.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPJ'ê ya li ser şervana wan Emgîhan Cûdî wiha ye:

''Rêhevala me Emgîhan Cudî, hemû jiyana xwe di nav refên tekoşîna azadiyê de derbas kir. Ji malbateke welatperwer e, li nav malbatek wiha ku bi çand û nasnameya xwe ya cewherî dijî mezin dibe. Li hemberî siyaseta tinekirin, ne qebûlkirin û dagirkeriya dewletên noker ji bo jiyaneke azad, wekhev, diyarî gelê xwe bike têdikoşe. Meşa bê westan ya li ser şopa şehîdan, ji bo xwe weke erkekî dîrokî, çandî, exlaqî û civakî dibîne. Bi vê zanebûnê hemû temenê xwe dixe xizmeta tekoşîna ji bo azadiya jinê û gelan.

Rêheval Emgîhan, di nav salên xweyî dirêj yên tekoşînê de, ji bo xizmeta gelê xwe bike li gelek qadan erk digre û tekoşîna xwe bê navber dimeşîne. Bi jinbûna xwe, bi zanebûn û rola pêşengtî, tekoşînê ji bo hemû jinan dike û li qadên lê dimîne her tim xwe ji bo hemû kar û xebatan amade dike.

Şoreşa Rojava ku bû îlhamek ji bo tevahî jinên Kurd, ji bo hevala me Emgîhan jî bû çavkaniya mezinkirina tekoşîna azadiyê. Bi fedekarî, bi biryardariyeke xurt li hemberî hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê, weke her jinekê tekoşîna azadiyê meşand. Rêhevala Emgîhan Cûdî yek ji wan şoreşgeran bûn tevlî şoreşê bû. Di şoreşa gelan de kedek mezin dide. Ji bo avakirina feraset û pergala netewa demokratîk bi jiyanî bibe, tekoşînek bêhempa meşand. Rêhevala me Emgîhan bi rûkenî, bi çoş û fedakariya xwe bala hemû hevalên xwe dikşand ser xwe û heta kêliya ku şehîd bû, ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiyaye. Di hemû jiyana xwe ya şoreşgerî de di xet û tekoşîna jina azad de her tim bû xwedî seknekî û di vî warî de bê tavîz û bê dudilî tekoşîn meşand. Bi tekoşîna xwe kesayetek azad û şoreşger afirand.

Me hevrê Emgîhan di dîroka 19.08.2019’an li Kobanê encama nexweşiya qirîza dil de ji dest da. Em ji ber şehadeta rêhevala xwe êşa malbatê parve dikin û sersaxiyê ji malbat û gelê me re dixwezin. Ji bo em ala azadiyê ya rêhevalên xweyî şehîd hilînin û hêvîya wan ya jiyana azad bi cîh bînin em ê her tim têbikoşin.

Em li ser wê bingehê carek din, di serî de Malbata rêhevala Emgîhan û hemû gelê meyî welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê ala azadiyê ya ku şehîdan dewrî me kiriye, bigihînin serkeftinê."

Agahiyên nasnameyê:

Nasnav: Emgîhan Cudî

Nav û Paşnav: Xemê Pusat

Cîh û dîroka Şahadetê: 19.08.2019 Kobanê