Konferansa 2'emîn a Kedkarê Herêma Cizîrê dest pê kir

Kedkarên herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi konferansa xwe ya duyemîn kirin.

Konfrans li navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo bi amadebûna 300  kedkarên bajarê Qamişlo, Amûdê, Girkê Legê, Tirbesipiyê, Çilaxa, Til Koçer, Sêmalaka, Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê,Serê Kaniyê, Zergan û Kobanê bi mêvandariya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM ya bajarê Kobanê û Qamişlo bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.

Piştre li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Xerîb Hiso axivî û got: "Dema ku mirov behsa bingehê civaka demokratîk bikin, divê di destpêkê de em behsa keda van kedkarên xwe yên ku bi keda wan em gihiştin vê astê bikin, ji ber vê yekê me tekoşînek bi kedê da meşandin û em ê bi vê kedê berdewam bin , ji ber ku tekoşîna bi kedê her dem serkeftin ya wê ye".

Piştre li ser navê Meclisa Zagonsaz ya Herêma Cezîrê Hisên Ezam di debarê gefên dewleta Tirk got:"Ev çend roj in ku dewleta Tirk dîsa gefan dixwin, lê bila baş bizanin ku pêkhateyên herêmê  bi Kurd, Ereb û Suryan wê vê derfetê nadin ku xewnên xwe bi cih bînin".
Konferas bi nîqaşan berdewam e.