Encamnameya Komxebata Eşîran hate eşkerekirin

Encamnameya Komxebata Eşîr û Qebîleyên Cizîrê hate eşkerekrin. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku wê bi QSD’ê re bin û banga diyalogê li rêveberiya Şamê hate kirin.

Bi serkêşiya Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, vê sibehê komxebata diyalogê ya êl û qebîleyên herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya zêdetirî 500 rûspî û şêxên qebîleyan li dar ket. Komxebet bi dirûşma "Na ji gefên Tirkiyê yên der barê Bakurê Sûriyê de, erê ji Sûriyeya ewle re" di Hola Zana ya li Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk hat.

Di Komxebata Diyalogê ya Eşîr û Qebîleyên Herêma Cizîrê de ya bi mijara şermezarkirina gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku niha li hola Zana ya bajarê Qamişlo li der dikeve, şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd geşedanên siyasî nirxandin.

Çiya Kurd di destpêka axaftina xwe de îşaret bi armancên dewleta Tirk di Sûriyê de, bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û ev tişt anî ziman: "Armanca Tirkiyê ya gefên domdar ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku ji modela Bakur û Rojhilatê Sûriyê ditirse ku dîktatoriya wê dixe xetereyê û wê demokrasî û pirrengiyê pêk bîne. Dewleta Tirk çavê xwe berdeya xêra Sûriyê û hewl dide dest deyne ser berhemên wê yên xwezayî. Ji ber vê yekê krîza xwe ya siyasî û aborî derdixe dewletên cîran û bala civaka Tirkiyê dide derve. Ji ber ku xwezaya siyasî ya dewleta Tirk li ser esasê nîjadperestî û înkarkirinê hatiye avakirin."

Çiya Kurd di berdewama axaftina xwe de got: "Me herêmeke ewle li ser esasê ku ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û meclisên herêmî û Rêveberiya Sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin, pêşniyar kiriye. Herêma ewle ya em dixwazin, divê bi çavdêriya navdewletî û beşdarbûna hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê be û xaka Sûriyê ji terorê û belavbûna aloziyê biparêze."

Çiya Kurd tekez kir ku projeya Rêveberiya Xweser çareseriya siyasî ya demokratîk a aloziya Sûriyê ye û got: "Em amade ne bi hemû aliyên siyasî yên navxweyî û derve re diyalogan bikin da ku bigihîjin çareseriyeke siyasî ku hemû aliyên Sûriyê jê razî bin. Di aliyên navxweyî de jî heger garantiyên rast ên mafên hemû gelên herêmê mîsoger bike, em amade ne li ser maseya diyalogan rûnên. Lê dema ev garantî tune bin, em beşdarî tu diyalogan nabin ne bi rejîma Sûriyê û ne jî xeynî wê."

ENCAMNAME

Piştî nîqaşên li ser pêşketinên siyasî û diyalogên beşdaran der barê rewşa heyî de, nexasim gefên Tirkiyê yên li ser herêmê, komxebat bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Daxuyanî ji hêla rûspiyê êla Tey Hesen Ferhan, Abdurehman Al-Taî ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi banga Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi dirûşma "Na ji gefên Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê re, erê ji Sûryeya ewle re" li Qamişlo bi sedan nûnerên qebîle, êl û aktîvîstên civakî yên herêma Cizîrê li hev civîn. Beşdaran gefên Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê û xetereyên wê yên li ser destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku nêzî 34 hezar şehîd û birîndar ji tevahî pêkhateyên Sûriyê di oxira wê de canê xwe daye, nîqaş kirin.

Em li vir kom bûn da ku ji raya giştî û cîhanê re ragihînin ku gefên Tirkiyê yên nû ji yên berê ne qut in. Ew jî binpêkirina der barê qanûnên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Di heman demê de jî binpêkirina li ser serweriya Sûriyê û pîvanên cîhanî ye. Hincetên ku rejîma Tirkiyê di vê derbarê de dide der, derew in û dûrî rastiyê ne. Rejîma Tirkiyê êdî nikare tu binpêkirinekê ji hêla me ku ewlehiya Tirkiyê dixe xeteriyê, aşkere bike. Berovajî wê gefên Tirkiyê ji dema berxwedana Serêkaniyê ya di 2012’an de heta berxwedana Efrînê û vê kêliyê ve berdewam in.

Di wê çarçoveyê de, bang li gelê Sûriyê ji Horan heta Qamişlo dikin ku bi yekrefî li hember gefên tevahî gel dikeve xeteriyê bisekinin. Her wiha jî bang li NY’yê, Meclisa Ewlehiyê, Camîeya Erebî, Rêxistina Hevkariya Îslamî û tevahî rêxistinên mafên mirovan dikin ku birpirsiyariya van rûdanan hilgirin û li ser bidawîkirina dewleta dagirker a Tirk li herêmên Cerablus, Bab, Ezaz, Idlib, bakurê Hema û Laziqiyê û di serî de jî Efrîna berxwedêr a ku hêdî nabe heta şêniyên resen lê vedigerin, bixebitin. Li aliyekî dîtir jî bang li Koalîsyona Navdewletî ya bi serkêşiya Amerîka ya li dijî terorîstê ya ku me bi hev re ava kiriye, dikin ku derbeyên tund li rêxistina faşîst a DAIŞ’ê bidin. Ji ber sûdwarê yekemîn ji gefên Tirkiyê ew e.”

Di daxuyaniyê de bang li rejîmê jî hat kirin û wiha hate gotin: "Bang li desthilata Şamê dikin da ku diyaloga cidî û berpirsiyar bi Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) re ya bi armanca çareseriya aloziya Sûriyê, birîna destwerdana li ewlehî û axa Sûriyê û da ku koçberên Sûriyê bi tevahî pêkhateyên xwe vegerin, pêk bîne.

Em soz û ehda xwe nû dikin ku li rex Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bisekinin da ku li hember dijmin bin. Ji ber ew zarok, bira û xweşkên me ne. Bi saya Xweda û wan em serê xwe bilind dikin û bi ewle û aramî dijîn. Em bi Sûriyeya xwe ya jiyana hevbeş a bi rêya biratiya gelan û yekitiya çarenûsê, serbilind in."