Artêşa Tirk a dagirker bajarokê Mînêx û gundên Şerayê bombebaran dike
Artêşa Tirk a dagirker piştî ku êrîşî gundên Malîkiyê û Şêwarxê yên Şerayê kir, vê carê gundên Meranaz, Elqemiya, Eynd Dîqna û bajarokê Mînêxê bombebaran dike.
Artêşa Tirk a dagirker piştî ku êrîşî gundên Malîkiyê û Şêwarxê yên Şerayê kir, vê carê gundên Meranaz, Elqemiya, Eynd Dîqna û bajarokê Mînêxê bombebaran dike.
Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li dijî navçeay Şera ya Efrînê berfireh kir. Seatên êvarê artêşa Tirk bi çekên giran gundên Şêwarxê û Malîkiyê bombe kir û niha jî gundên Merenaz, Elqemiyê û Eyn Dîqna û bajarokê Mînêx bombeberan dike.
Bombebaran bi top û obusan pêk tê, heta niha zirar gihiştiye bi dehan malan.
Bombebarana li herêmê didome.