Li Ezazê 3 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku li Ezazê 3 çete hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya (HRE) wiha ye:

"Hêzên me çalakiyên xwe ên bi bandor li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrîn û derdora wê didomînin.

Di dîroka 18’ê Tebaxê de hêzên me bi çalakiyeke sekvanî çeteyekî girêdayî artêşa dagirker a Tirk li derdora gundê Kefer Xaşir ê girêdayî herêma Ezazê kirin hedef. Di encamê de ew çete hat kuştin.

Di heman dîrokê de hêzên me liv û tevgera komek çeteyên girêdayî artêşa dagirker a Tirk li gundê Kefer Xaşir şopandin û çalakiyek li dijî wê komê pêk anîn. Demekî kurt di navbera şervanên me û çeteyan de bi çekên giran şer rû da. Di encamê de bi qasî ku hat teqez kirin 2 çete hatin kuştin û hejmareke ne diyar birîndar bûn."