Artêşa Tirk a dagirker li Efrînê berhemên dîrokî talan dike

Artêşa Tirk a dagirker li Efrînê cihên dîrokî talan dike û berhemên dîrokî direvîne.

Pêkanînên dij mirovahî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê li dijî gel didome, li aliyê din dagirkeran cihên dirokî yên li Efrînê talan dike û berhemên dirokî direvîne.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê girê dîrokî yê Cirnas ê li roajvayê gundê Sînara yê navçeya Şiyê ya Efrînê bi alavên giran kolandin.

Heman çavkaniyê ragihand ku berhemên dîrokî yên hatine derxistin, hatine dizîn û birine Tirkiyeyê.

Beriya çend mehan artêşa Tirk a dagirker û çteyên wê goristana Elî Dada ya dîrokî ya li gundê Senara yê navçeya Şiyê hilweşandibûn û li cihê wê baregeha leşkerî avakirîbûn.