Dewleta Tirk 50 wesayîtên leşkerî alîkarî ji El Kaîdeyê re şand

Rejîma Sûriyeyê piştî ku kete Han Şeyhûna dibin dagirkeriya çeteyên ku Enqere piştgiriya wan dike, rejîma Tirk bi konvoyekî 50 wesayîtên leşkerî alîkarî ji çeteyên El Kaîdeyê re şand. Baldfirên Rûsya û Sûriyeyê derdora konvoyê bombebaran kir.

Wezareta Parastinê ya Tirk êrîşa hewayî ya li dijî konvoya Tir ku bi hewara çeteyan ve diçû şermezar kir û got ev êrîş li dijî hevkarî û diyaloga bi Rûsyayê re ye.

Rejîma Sûriyeyê beriya niha daxuyanî dabû û nerazîbûn nîşanî şandina cebilxane ya ji aliyê Tirkiyeyê ve ji bo ‘terorîstan’ hatibû şandin da.

Li gorî Mala Çavderiyê ya Mafên Mirovan a li Sûriyeyê balafirên şer ên Rûsya û Sûriyeye ji bo pêşveçûna konvoyê asteng bikin derdora konvoyê bombebaran kirin. Li gorî Mala Çavdêriyê di êrîşa hewayî ya Rûsyayê de kamyoneta çeteyan a li pêşiya konvoya Tirk hatiye hedef kirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin konvoya ji 50 wesayîtên leşkerî pêk dihat ber bi Maret El Nûman a 15 kîlometere dikve bakurê Han Şeyhûnê ve kete rê.

Şandina konvoya Tirk di demeke de ye ku roja Yekşemê hêzên rejîma Sûriyeyê ketibêun Han Şeyhûnê. Han Şeyhûn dibin kontrola çeteyên Heyet Tahrîr El Şam ku têkiliya wan bi El Kaîdeyê re heye de ye.