Sûriye: Rejîma Tirk cebilxane şand Han Şeyhûnê

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ragihand, rejîma Tirk bi konvoyeke leşkerî cebilxane şand ji komên çete re yên li Han Şeyhûnê.

Li gorî ajansa nûçeyan a Sanayê çavkaniyekî ji Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê got, "Wesayitên Tirk ên ku cebilxane tê de bûn ji bo bi hawara terorîstan ve biçin berê xwe dan Han Şeyhûnê."

Heman çavkanî ragihand ku vê rewşê careke din nîşan da ku rejîma Tirk piştgiriyê dide komên terorîst.

Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand, hêzên hewayî yên Rûsya û Sûriyeyê ji bo vê konvoyê asteng bikin ji hewayê êrîş kirine.

Hêzên rejîma Sûriyeyê Yekşemê ketibûn nava bajarê Han Şeyhûnê ku di asta krîtîk de girînge. Li gorî Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan hêzên rejîmê piştî ku sala 2014'an kontrola vî bajarî ji dest da, yekemcar ketin nava vî bajarî.