ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Hate ragihandin ku gumanbarên êrîşa li Tirbestpiyê hatine girtin
Rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tirbespiyê, ragihand ku komeke gumanberên êrîşa saetên sibê ya li Tirbespiyê ku têde 3 zarok şehîd bûn, girtine. -
HRE: Li navçeya Şera 7 çete hatin kuştin
HRE’yê ragihand ku di şerê li dijî hêzên dagirker ên Tirk û çeteyên wê yên 6’ê Tebaxê li gundên Şewarixa û Malîkiyê ya girêdayî Şerayê de bi kêmanî 7 çete hatine kuştin. -
Bi gefên dagirkirinê yên Tirkiyeyê re DAÎŞ zindî dibe
Bi gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojihlatê Sûriyeyê re li herêmê êrîşên DAÎŞ’ê zêde bû. Hêzên Ewlekariya Navxweyî diyar dikin ku Tirkiye fermanan didin çeteyan. -
Li Hesekê du teqîn – HATE NÛKIRIN
Li Hesekê îro li du cihan teqîn pêk hat. -
Li Serêkaniyê komcivînek rûsipiyên Ereban hate li darxistin
Îro bi pêşengtiya Komîteya Têkiliyên Diplomasiyê ya Partiya Yekîtiya Demoratîk (PYD) komcivînek ji rûsipiyên eşîrên Ereb ên Navçeya Serêkaniyê pêk hat. -
Li ser rêya Hesekê-Şedadê teqîn
Li ser rêya Hesekê-Şedadê mayineke ku berê hatibû bicihkirin teqiya. -
'Ji bilî jiyaneke bi rûmet jiyaneke din napejirînim'
"Tecrûbeya gelê Kobanê di şer de heye. Tevî ku rojane dewleta Tirkiyeyê gefan dixwe jî lê ew jiyana xwe ye normal didomînin. Her kes ji her tiştî re amade ne. Êdî enerjiya me ji bo revê ya jî avakirina jiyaneke nû nîne. Ya jiyaneke bi rûmet an jî mirin." -
Li Tirbespiyê ji ber teqînê 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
Li bajarê Tirbespiyê teqîneke dijwar pêk hat. -
Hevjînên şehîdan bangî jinan kirin ku bila têkoşînê geştir bikin
Hevjînên Şehîdan ên li Efrîn û Şehbayê bangî hemû jinan kirin ku bila têkoşînê geştir bikin û êrîşên li ser Efrînê şermezar bikin. -
Berdevk Loqman Ehmê: Em qebûl nakin ku Tirkiye ya xwe ferz bike
Berdevkê Rêveberiya Xweser Loqman Ehmê diyar kir, daxwaza 'herêma ewle' ya dewleta Tirk, rewşa heyî ya Efrînê ye. Ehmê destnîşan kir ku DYE di navbera Tirkiye û wan de navbeynkariyê dike û got, wê qebûl nekin ku Tirkiye ya xwe li wan ferz bike. -
Şehîdê QSD‘ê Hemze li Tirbespiyê bi merasîmekê spartin axê
Bi tevlîbûna sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şehîdê QSD‘ê Macîd Umer (Hemze) li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Duguer bi merasîmekê spartin axê. -
Çeteyên Enqerê yên li Şerayê têk çûn, dest bi top avêtinê kirin
Komên çete yên girêdayî rejîma Tirk êrîş bire ser gelek gundên navçeya Şera ya Efrînê. Çeteyên têk çûn, ji destê şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê derbên xurt xwarin û windahiyên mezin dan. -
Operasyonên taybet ên YPG’ê yên li dijî DAÎŞ’ê dewam dikin
Operasyonên Tîmên Taybet ên YPG’ê yên li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAÎŞ’ê yên li Şedad û Hesekê pêk hat dewam dike. Di operasyonê de rêjeyek zêde çek û cebilxane kete destê şervanan. -
Li Şerayê di navbera şervanên HRE û artêşa Tirk de şer rû da
Di navbera şervanên Hêzên Rizgariya Efrîn (HRE) û artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê de li gundên Şerayê şereke dijwar rû da. -
HRE: Li Mare û Şêrawa 13 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên hêzên wan ên li herêma Mare û navçeya Şêrawa ya Efrînê de 13 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin. -
Li Serêkaniyê tankêreke bombebarkirî hate bêbandorkirin
Hêzên Ewlehiya Navxwe yên Serêkaniyê tankêreke avê ya bombebarkirî bêbandorkirin û pêşî li komkujiyekê girtin. -
Êrîşa çeteyan a li Şerayê hate têkbirin
Êrîşa artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser gundên Şerayê hate têkbirin. -
Dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî gundên Şera dike
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundên Maranezê, Şêwerqa û Malîkiyyê yên Şerayê dike. -
Li Babê teqîn: 2 çete birîndar bûn
Li herêma Babê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, di dema derbasbûna wesayîta koma çeteyan a bi navê Firqet El Hemzat te teqînek çêbû. -
Li Efrînê leşkerekî Tirk û 2 çete hatin kuştin
Li gundê Basûtê yê Şêrawaya Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî hate lidarxistin. Di van çalakiyan de leşkerekî Tirk û 2 çete hatin kuştin. -
Emerîka dengê xwe li Tirkiyê kir: Em ê nehêlin!
DYE'yê li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwest nîşan da û got, ''DYE wê nehêle gaven yek alî li derveyî sînor bavêje''. -
El Abid: Em ê nehêlin ku hinek kes li ser tankên Tirkan vegerin
El Abid li ser vegera kesên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got ku “Hemû kesên ku ji herêmê koç kirine, dikarin vegerin. Lê hinek kes bixwazin li ser tankên Tirkan vegerin, em ê vî tiştî qebûl nekin.” -
Wesayîta bombebarkirî hate bêbandorkirin
Hêzên Ewlehiya Navxweyî vê sibehê li Serêkaniyê wesayîteke bombebarkirî bêbandor kirin. -
Şêxo Îbrahîm: Yekane armanca Efrîniyan vegera li Efrînê ye
Ji Meclîsa Kampa Berxwedanê ya Şehbayê Şêxo Îbrahîm got, "Penaberên Efrînî yên li herêmên Şehba û Şêrawayê ne, jiyana xwe li gorî vegera li Efrînê bi rêxistin dikin û di vê çarçoveyê de li ber xwe didin." -
Li ser sînor liv û tevgera leşkerî
Piştî gefa dagirkirinê ya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, li ser sînorê Serêkaniyê liv û tevgera leşkerî zêde bû. Balafirên koalîsyonê jî li herêmê difirin.