Artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê bi dehan sivîl revandin

Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li Efrînê bi dehan sivîlên din revandin.

Dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên li Efrînê êrîşên xwe yên li ser bajar bê navber didomînin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihê hatin girtin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 3 welatî ji gundê Çeqla yê navçeya Şiyê revandin. Navên kesên hatine revandin wiha ne: Hemza Mûrad Hisên, Ebdurehman Oso û Mustefa Aslan Ebdo.

Çavkaniyan diyar kirin ku artêşa Tirk a dagirker li gundê Avrazî yê navçeya Mabatayê ku piraniya niştecihên wê Elewî ne mizgefteke ava kiriye, li şêniyan wê ferz dikin ku di vê mizgeftê de perwerdeyên olî û yek mezheb bibînin.

Her wiha hate ragihandin ku li gundê Kara yê navçeya Bilbilê artêşa Tirk a dagirker şêniyê bi navê Basil Henan Îbiş revandin û ji bo berdana wî 200 hezar lîreyên Sûrî ji malbata wî xwestiye. Basil beriya çend mehan hatibû revandin û bi fidiya 150 hezar lîreyên Sûrî hat berdan.

Li gundê Îbîdanê yê navçeya Bilbilê jî artêşa Tirk a dagirker sivîlên bi navên Alan Elî Îbrhîm, Mihemed Elî Îbrahîm û Şêro Ehmed Îbrahîm revandin. Li gorî zanyaran dagirkeriya Tirk ji her malbatekî 200 milyon lîreyên Sûrî xwestine.

Her wiha dagirkeriya Tirk li gundê Hiyama yê navçeya Bilbilê Egîd Mihemed Ehmed, ji gundê Qestel Xedreya yê heman navçeyê Sebîr Îbiş yê 70 salî, Abdullah Henan 60 salî, Xebat Henan 24 salî û Ferîd Reşo 45 salî revandin.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku aqûbeta kesên hatin revandin heta niha ne diyar e.