Rêveberiya Mala Jinê ya Şehbayê qala karê xwe kir

Jinên Şehba yên ku gelek astengî li ber wan hene û rola wan di nav civakê de winda bûbû, îro dîsa li ser lingan in û hewl didin jinên civakê xwe pêş bixin û azad bikin.

Rêvebera Mala Jinê ya Şehbayê Emel Îsmaîl li ser jiyana jinên Şehbayê û kar û xebatê jinên Şehba axivî.

Emel got, ‘‘Em jinên Şehbayê piştî ku Herêma Şehbayê ji DAÎŞ’ê û çeteyên deweleta Tirk rizgar bû, li derveyî jiyana malê, ji bo her jinê jiyanek nû û bi armanc çêbû. Em jinên Şehbayê, yên xebatkar, aramanca me ew e ku em fikir û felsefeya neteweya demokratîk di nav jinan de çêbikin, me ev proje ji bo xwe esas dît.

Jinên Şehbayê bi vê fikrê perwerde û semîneran didin. Xebatên perwerde û semîneran dikin, bi rêya komunan derbarê zewaca zarokan û mijarên dîtin civakê ronî dikin. Her wiha hê jî hin jin ditirsin ku dîsa DAÎŞ vegere û astengiyan li ber wan deyne. Armanca DAÎŞ’ê ew bû ku çanda Sûriyê tine bikin lê bi ser neketin. Em jin îro bûne yek, xurt bûne û hewce ye ku em hemû jinan şiyar bikin.’’

Emel li ser destpêka avakirina Mala Jinan jî got, ‘’‘Dema ku me Mala Jinan a Şehbayê ava kir, her gundek Şehbayê xwedî çandeke cuda bû lê dema Mala Jinê hate avakirin hêzeke jinê çêbû, xwe îsbat kir ku dikare bi xwe pisgirêkên xwe û yê civaka xwe çareser bike. Her wiha perwerdeyên ku jin dibînin rolek pir mezin lîst, em nabêjin ku em gihiştine asta serkeftinê lê gava me avêtî pir baş e li gorî asta berê ya jinê.

Kar û xebatê jinên Şehbayê di hemû aliyan de rola xwe di nav gel cih girt, bi rêya serdana malan, bi rêya dibistanan, jinên ciwan têne hişyarkirin, li mijara zewaca keçikên biçûk. Her wiha li ser pisgirêkên dîtir yên ku ji dema DAÎŞ’ê mane jinên têne ronîkirin. Hin jinên Kurd li Şehbayê hene lê ne dizanîn bi zimanê xwe bi axivin,ew têne perwerdekirin. Her wiha jinên Şehba dikarin jinên civakê xwe zane bikin, jii wan re were gotin ku rola jinê din av civakê de çiye.’’