Nuqteyên çavdêriyê ya Tirk hate bombekirin

Hêzên rejîma Sûriyeyê derdorî nuqteyeke ya çavdêriyê ya Tirk a li herêma Îdibê hate bombekirin.

Navenda Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku Merşorîn, Merşemşê, Tilminis, Meret El-Nûman, Babêla, Xan El-Sibil û derdora Merdibsê ji aliyê hêzên rejîmê ve hate topbarankirin.

Her wiha hêzên rejîmê derdora nuqteya çavdêriya ya dagirkeriya Tirkiyê li Merhitat li gundewarê Meret El-Nûman jî topbaran kir.

Têkildarî mijarê, SOHR`ê got ku li eniyên gundewarê rojhilat û başûr rojhilatê Idlibê şerê di navbera herdu hêzên rejîmê û çeteyên Tirkiyê de bi çekên giran rû dide, her wiha tu balafirên rejîmê û Rûsya li asmanên herêmê tine ye.

Nûnerê rejîma Sûriyê li gel NY`ê duh êrîşî Tirkiyê kir û teqez kir ku Tirkiyê bi rêya desteka xwe ji komên terorîst re ji erkên xwe direve.