Cenazeyê şervanê YPG’ê Welîd Menan hate veşartin

Welatiyên Helebê cenazeyê şervanê YPG’ê Welîd Menan Temîr (Welîd Zênb) bi merasîmekê li goristanê vşeartin.

Bi sedan welatiyên Helebê cenazeyê şervanê YPG’ê Welîd Menan Temîr (Welîd Zênb) ku 4’ê Çileyê dema bi erka xwe radibû şehîd bûbû, ji Nexweşxaneya Yasîn ya li Taxa Şêxmeqsûd ya Helebê girtin û ber bi goristana li gundê Pîno ve ketin rê.

Li goristanê ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Li vir Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Aytan Reşo axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got ku şehîd rêya azadiyê ronî dikin.

Piştî axaftinan nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Girseya gel cenazeyê şervanê YPG’ê Welîd Menan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.