Dagirkeran bombeya gazê avêtin gelê Kobanê

Leşkerên Tirk ên dagirker ku tevî leşkerên Rûs li Kobanê li dewriyeyê geriyan, bi gaza îsotê êriş birin ser gel.

Dewriyeya hevpar a Rûs û Tirk li gundê Aşmê yê li rojavayê Kobanê dest pê kir.

Li gundê Çariqlî yê Kobanê ku dewriye lê geriya, şêniyên gund kevir li panzerên dewleta Tirk barandin.

Li gundê Xorxorê yê ku bi 17'ê kîlometreyan li rojavayê Kobanê ye, dagirkeran bombeya gazê avêtin gundiyan. Gundiyan jî bi keviran bersiv dan êrişê.

Di 12'ê Mijdarê de dewleta Tirk a dagirker ku tevî leşkerên Rûs li dewriyeyê geriya, li şêniyên Kobanê reşandibû û 4 jê giran 8 kes birîndar kiribû.

Di 8'ê Mijdarê de jî li Girkê Legê di dema dewriyeya leşkerên Tirk de sivîlê bi navê Serxwebûn Alî di bin panzerekê de hatibû qetilkirin.