HRE'yê li Şêrawayê çalakiya sabotajê kir: 2 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand, ku li gundekî ser bi navçeya Şêrawayê ya Efrînê di çalakiyeke sabotajê de 2 dagirker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya nivîskî ya HRE'yê de hate gotin, "Li herêma Efrînê çalakî û operasyonên me yên serketî yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete bênavber dewam dikin."

HRE'yê diyar kir ku li derdora gundê Basûtê yê Şêrawayê çalakiyeke sabotajê hate kirin û ragihand, "Di 1'ê Çileyê de saet 13:00 li derdora gundê Basûtê yê navçeya Şêrawayê ya Efrînê li dijî çeper û stargehên koma çete ya bi navê Firqet el-Hemzet çalakiya sabotajê hate kirin. Di çalakiya encamgir de 2 çeteyên dagirker ên wê komê hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn."

HRE'yê diyar kir ku dewleta Tirk bombe li gelek gundan barandiye û da xuyakirin, "Balafirên keşfê yên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker li ser navçeya Şera ya Efrînê geriyan. Her wiha gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarixa û Kela Şewarixa yên navçeya Şerayê bi topan hatin bombekirin. Ji ber bombardûmanê zerara madî li gelê me yê sivîl bû."