Dagirkeran êriş birin ser gundên Eyn Îsa û Girê Spî
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe yên DAÎŞ û El Nûsrayê doh êvarê êrişên dagirkeriyê birin ser gundên Eyn Îsa û Girê Spî.
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe yên DAÎŞ û El Nûsrayê doh êvarê êrişên dagirkeriyê birin ser gundên Eyn Îsa û Girê Spî.
Êrişên leşker û çeteyên dagirker ên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.
Dagirkerên li gundê Ebû Zuhur ê Eyn îsayê êriş birin ser gundê Erîda yê li rojavayê Eyn Îsayê.
Her wiha balafirên keşfê yên dagirkeran li ser gundên Xalidiyê û Hoşan ên Eyn Îsayê geriyan.
Dewleta Tirk û çeteyên wê bi topan gundên Eloyê mezin, Eloyê biçûk, Qizelî û Şorbenîsk ên Girê Spî jî bombe kirin.