Xelîl: Hêza me ya leşkerî û rêxistinî wê xurtir bibe

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl destnîşan kir ku di sala 2020'î de wê hêza wan a leşkerî, parastin û rêxistinî xurtir bibe û ji bo serketinê û pêkanîna projeya xwe hîn bi biryar tevbigerin.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl bûyerên siyasî, leşkerî, dîplomatîk û neteweyî yên sala 2019'an ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxand û got, "Em plan dikin ku projeya me ya Neteweya Demokratîk di sala 2020'î de ji aliyê her kesî ve bê naskirin. Divê her kes rastiya vê projeyê bibîne. Karê me wê ji niha û pê ve hîn bi berfirehî bê meşandin."

'EM XWE DISPÊRIN PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK'

Xelîl diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna demokratîk dimeşîne û got, "Hestên xwe, nêrînên xwe, baweriya xwe bi rê û rêbazên cuda tîne ziman. Bi çalakiyan, civînan, meşan, kongre û konferansan vê yekê nîşan dide. Xwe bi rêxistin dike, meclîsê ava dike. Yanî îradeya xwe radixe pêş çavan. Karê di vê çarçoveyê de wê dewam bike. Ne ew kar e ku di nava çend rojan de bi dawî bibe. Em xwe dispêrin projeya xwe ya neteweya demokratîk. Kurd, Ereb û Suryanî bi hev re tevlî vê projeyê bûn. Jin, mêr bi rengekî wekhev cihê xwe di nava vê projeyê de girtin. Ev yek bû sedem ku hin pêşketin çêbibin."

Xelîl anî ziman ku Erdogan û hêzên serdest xwestin pêşî li vê yekê bigirin û got, "Li gorî wan, eger felsefeya Neteweya Demokratîk bi pêş bikeve ev ji bo wan tê wateya mirinê. Naxwazin bi pêş bikeve. Ew naxwazin pêkhateyên gel li hev bicivin, berevajî dixwazin ji aliyê siyasî, çandî, leşkerî û hwd. nakokiyan di navbera gelan de biafirînin û tevlîheviyê derxînin. Li bajarên Kurdan hin teqîn hatin kirin. Xwestin hin ji van bi navê Ereban bikin. Piraniya wan ji aliyê îstîxbarata dewleta Tirk (MÎT) bi xwe ve hatin kirin."

'LI DIJÎ ÊRIŞAN GELAN HÎN BÊHTIR XWE LI HEV GIRTIN'

Xelîl destnîşan kir ku di heman demê de li herêmên Ereban jî teqîn kirin û bi vî rengî gotin 'Binerin Kurd nikarin we biparêzin' û wiha dewam kir: "Bi vê yekê re hewl dan tevlîheviyê zêde bikin. Lê belê vê yekê kir ku Kurd, Ereb û Suryanî hîn bêhtir xwe nêzî hev bikin. Ev yek li hesabê wan nehat. Dema dawî li dijî Serêkaniyê û Girê Spî êriş hatin kirin. Erdogan digot, 'Ji xwe ez ê êriş bikim, Ereb wê ji nava QSD'ê û asayîşê derkevin. Wê demê wê parçe bibin. Ew ê li ber hev rabin'. Lê belê hate dîtin ku pratîkê de ev pêk nehat. Di pratîkê de gelan dîtin ku hebûna wan ketiye metirsiyê û hîn bêhtir xwe li hev girtin."

'HÊZA ME YA PARASTIN, LEŞKERÎ Û RÊXISTINÎ WÊ XURTIR BIBE'

Xelîl bi bîr xist ku hin herêmên wan hatine dagirkirin û got, "Ji bo azadkirina van herêman wê têkoşîna me mezintir bibe. Hêza me ya leşkerî, parastin û rêxistinî wê xurtir bibe. Ji bo serketinê û pêkanîna projeya xwe em ê hîn bêhtir israr bikin. Projeya me heta astekê bi pêş ketiye. Ev yek wê di asta navneteweyî de êdî xwe diyar bike. Projeya me ya neteweya demokratîk wê êdî ji bo Sûriyeyê bibe mînak. Rejîm jî wê neçar bimîne ku heta astekê hin tiştan qebûl bike. Hejmara yên li ber projeya neteweya demokratîk radibin jî wê gav bi gav kêm bibe û ne di asta sala 2019'an de bi bandor bin."

'EM PLAN DIKIN KU PROJEYA ME JI ALIYÊ HER KESÎ VE BÊ NASKIRIN'

Aldar Xelîl destnîşan kir ku ew plan dikin ku di sala 2020'î de projeya wan a neteweya demokratîk ji aliyê her kesî ve bê naskirin û got, "Divê her kes rastiya vê projeyê bibîne. Çawa ku berê kar hate kirin, wê êdî kar berfirehtir bê kirin. Wê derfet bên afirandin ku pêkhateyên gel ên li derveyî projeyê man tevlî bibin. Lê belê ji bo serketina vê jî divê herêmên dagirkirî bên rizgarkirin. Em ê dagirkeriyê ti carî qebûl nekin. Her wiha ji bo çareserî li tevahiya Sûriyeyê pêk were wê karê me dewam bike. Ji ber ku nepêkane em li herêma xwe aram bin, lê li herêmên din ên Sûriyeyê krîz dewam bike û pirsgirêk çareser nebe."

Xelîl destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkan divê 'mûxalîfên demokratîk ên nerm' li hev bên komkirin û got, "Em ê wan hemûyan li hev kom bikin û ji bo çareseriya pirsgirêkên li Sûriyeyê hemûyan bikin hêzeke bi bandor. Ji bo statuya rêveberiya li herêmê em ê van têkiliyan (dîplomasî hwd.) xurtir bikin. Divê hebûna me rewa bê dîtin û li qada navneteweyî bi rengekî fermî bê qebûlkirin. Jİ bo vê jî bêguman wê bênavber kar bê kirin."

'PARTÎ Û SAZIYÊN KURDAN DIVÊ HELWESTEKE HEVPAR NÎŞAN BIDIN'

Xelîl ragihand ku divê ew karên xwe yên li nava gel berfirehtir bikin û got, "Kurdan karekî neteweyî kirin. Di vê berxwedanê de ev yek ispat bû. Her kes xwedî li vê berxwedanê derket. Partiyên ku nakokî di navbera wan de hebûn bi vê berxwedanê re bûn yek. Divê em bi vî ruhî bixebitin. Dibe ku yekîtiyeke ji sedî sed nebe, ev tiştekî xwezayî ye, cudahî hene. Her kes mîna hev nafikirin. Her kes mîna hev naxebitin. Lê belê hin mijar hene ku em dikarin li ser li hev bikin. Ji bo vê jî kar tê kirin. Em hêvî dikin ku di sala 2020'î de ji bo çareseriya pirsgirêkan em ê bibin yek ku xwedî heman nêrîn û helwestê bin."