Li Girê Spî hêzên dagirker hatin protestokirin

Xelkê Girê Spî kuştina ciwanê bi navê Emmmer El Hecî ku beriya rojekê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatibû kuştin protesto kirin. Li aliyê din hate ragihandin ku divê demildest çete ji bajêr derbikevin.

Xelkê Girê Spî bi meşekê daxwaza derketina hêzên dagirker ji nava bajêr û berdana hemû sivîlên hatine revandin kirin.

Li Girê Spî ku dibin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de ye gel îro piştî nimêja Înê li dijî dagirkeriyê meşiyan.

Bi sedan kes beşdarî meşê bûn û dirûşme berz kirin. Di meşê de pankarta “Feyleq El-El-Mecid” ku ciwanê bi navê Emar Hecî ji aliyê koma çete ve hatibû kuştin, hate hildan û daxwaza demildest derketina koma çete ji bajêr kirin.

Di çalakiyê de daxwaza berdana sivîlên ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatine revandin, hate kirin.