Têkoşîn û berxwedana YPJ'ê ya sala 2019'an

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) têkoşîn û berxwedana YPJ'ê ya sala 2019'an nirxand.

Nirxandina salê ya Navenda Ragihandinê ya YPJ'ê wiha ye:

"Sala 2019 ji bo tevahî gelê bakur-rojhilatê Sûrî û gelê Rojava bû saleke din a tekoşîn û berxwedanê.

Piştî têkoşîneke dijwar a bi bedelên giranbiha ve dagirtî ku hema hema 9 sal li pey xwe hişt, têkoşîna gelên bakur-rojhilatê sûrî û Rojava bi têkbirina hêza DAIŞ’ê re derbasî demekî nû bûye.

Li hemberî hemû êrişên ku di vê salê de pêşketin gelên bakur-rojhilatê sûrî û rojava li ser bingehê hişmendiya yekîtiya gelan di pêşengiya jinên têkoşer de kar û xebatên mezinkirina şoreşa azadiyê hatiye meşandin. Têkoşîna ku li ser bingeha biratî û xuşktiya gelê Kurd û gelê Ereb di vê salê de hate dayîn xwedî wateyeke dîrokî ye.

Çawa ku di salên derbas bûyî de tekoşîna jinên berxwedêr, mohra xwe li hemû xebat, şerê parastin û destkeftiyan daye, sala 2019’an di serî de qada parastinê, qada civakî, siyasî, dîplomasî, çandî, perwerdehî û rêxistinî rista pêşengiyê girtiye ser milê xwe. Yekîneyên parastina jin YPJ’ê, ji bo ku bibe hêz, vîn û dengê hemû jinên bakur-rojhilatê sûrî, di navgîna hemû xebatên xwe yê parastinê de bi yek beden, fikir û rih têkoşiya.

Pêngava şerê tinekirina DAIŞ’ê ku hêzên parastinê di sala 2018’an de dest pê kiribûn, heya sala 2019’an berdewam kir. Di mehên dawî yê şerê dijî DAIŞ’ê de şerekî pir dijwar û gelek giran meşiya. Tevî şert û mercên zivistanê şervanên me bi ezmekî mezin, bi moral, sond û biryardariyek xurt şer kirin. Soza ku dabûn mirovahiyê, şehîdên azadiyê û gelê bakur-rojhilatê sûrî bi cih anîn. Cîhanê hemû bi heyraniyeke mezin şahidi ji vê heqîqeta mezin ya şervanên me re kir. Di serî hêzên YPJ-YPG’ê û hemû hêzên parastinê di bin sîwana hêzên sûriya demokratîk QSD’ê de di 3 mehên vê salê de tekoşîna herî dijwar li hemberî çeteyên DAIŞ’ê dan meşandin. Hemû qirêjî, hovîtî û berhemên DAIŞ’ê yê dawî di şerê Bahozê û Hejîn de bi pêşengiya şervanên me yên tolhildêr de hate paqişkirin. DAIŞ’îyên ku bi derketina xwe re cîhan hemû di nava tirs û xewnên mirinê de pêçandibû, di bahozê de çunk li ber şervanên jin tewandin. Di vê pêngavê de bi sedan jin û zarokên êzîdî yên bi salan bû di bin esareta zilma DAIŞ’ê de bûn hatin razgar kirin.

Piştî 3 mehên dijwarê yên şer û berxwedanê, di 23’ê Adara vê salê de li Dêrezor Bahozê, QSD’ê bi merasîmeke leşkerî daxuyaniya fermî a mizgîniya têkbirina DAIŞ’ê ji tevahî cîhanê û gelên bakur-rojhilatê sûrî re ragihand. Ev Serkeftina dîrokî ya ku di encama 11 hezar şehîdî de hate bi dest xistin li seranserî bakur-rojhilatê sûrî bi şahî û moralekî mezin hate pîroz kirin. Me jî weke yekîneyên parastina jin ev serkeftina dîrokî di 27 Adarê de bi merasîmek bi heybet ji hemû jinên cîhanê re ragihand.

Piştî şerê li dijî DAIŞ’ê, yekîneyên parastina jin YPJ,  ji bo ku di warê pisporiya şerê parastinê de gavên hîn xurtir bavêje di warê rêxistinî, perwerdehî û pergala leşkerî de xwe ji nûve girtiye dest. Piştî 7 salên şoreşê yên tijî tekoşîn û berxwedanê, me di 1 û 2 Hezîranê de konferansa xwe ya duyemîn li darxist. Konferans bi diruşmeya “Em bi rihê Leyla û bi hêrsa Avesta’yan, xwe ji nûve ava bikin dagirkeriyê têk bibin” hate destpêkirin. YPJ’ê di konferansê de pratîka 7 salên tekoşîna şoreşê nirxand. Rêziknameya xwe ya rêxistinî ji nûve sererast kir û biryarên girîng di konferansê de girtin. Soz û biryardariya di konferansê de derkete holê ew bû ku YPJ’ê hêza xwe ya parastinê ferehtir bike û di warê çawanî û hêjmarî de li gor pêwîstiyên şerê gelê şoreşgerî û parastina rewa ji nû ve xwe ava bike.

Her wiha di vê salê de civîna salane ya hêzên sûriya demokratîk QSD’ê bi beşdariya hemû hêzên di bin sîwana QSD’ê de cih digrin hate li darxistin. YPJ’ê, ku weke hêzekî bingehîn, ya QSD’ê ye li ser nasnameya xwe ya xweser beşdarî civînê bû.

Di vê salê de yeke ji xebata herî stratejik xebatê perwerdeyê bû. Şervan û fermandeya, hem di akademiyên giştî de û hem jî di akademiyên xweser yên bi navê şehîd, Dîlan û şehîd Rojda de li ser bingehê perwerdeya bîrdozî û leşkerî perwerde dîtine. Her wiha di akademiyên biranja de ezmuniyeke mezin hate qezençkirin. Disa bi dehan dewreyên bingehîn yên şervanên nû di binya akademiya şehîd Bêrîvan, Hebûn Enteriyê û şehîd Sadiq de hatine vekirin. Şervanên nû piştî ku di van akademiyan de perwerdeyên xwe yên bigehîn dîtin derbasî qadên pratîk bûn. Perwerdeyên ku li ser ezmûniya şer, jiyan, xweparastin û rêxistinkirinê hatin dîtin di pratîka her şervanekê de bû xwedî ristekî diyarker ya pêşxistina tekoşîn û bilindkirina berxwedanê.

Dewleta Tirk, li gel çete û hevkarên xwe ji bo pilansaziya xwe ya qirkirina gelan û guhertina demografiya herêmê bighîne ancamê di 9’ê Cotmeha vê salê de tevgera dagirkeriyê mezin da dest pê kirin. Di rojeke wisa manîdar de biryara vê êrişê dayîn ji bo gelên bakur-rojhilatê sûrî, jinan û bi taybetî gelê kurd wateyekî xwe yê dîrokî heye. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di destpêka tevgera dagirkeriya xwe de jinên tekoşînvan kirin armanca êrişên xwe yên hovane. Bi vê rengî careke din rûyê xwe yê faşîzane û dijminahiya gelan li ber çavê hemû cîhanê eşkere kir.

Li hemberî êrişên hovane yên dewleta Tirk di serî de li Serê Kaniyê, Girê Spî û seranserî bakur-rojhilatê sûriyê bexwedanaiyeke destanî hate meşandin û ev berxwedan heya roja îro jî berdewam dike. Artêşa Tirk a dagirker, bi hemû tang, top balafirên keşfê û yê şer xwest vîn û baweriya gelan ya bi hestên jiyana şoreşî ve hatine meyandin ji holê rabike. Lê li hemberî vê pilangeriya qirker, Berxwedana Rûmetê, di şexsê dildarên doza gelê xwe Hevrîn Xelef, Dayika Eqîde, Amara û bi sedan pakrewanan de di rûpelên dîroka mirovahiyê de navê xwe bi harfên zêrîn dane nivîsandin. Bûne sembol, bûne destanên lehengiyê. Di berxwedana bajarê Rûmetê Serê Kaniyê de û Girê Spî û tevahî herêma Firatê, şervanên me  sekneke fedaîyane li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê dane raber kirin. ji bo ku li pêşiya dagirkeriya dewleta Tirk bibin bendên parastinê, di her kolan û her çeperê de bê teredut bedenên xwe kirin mertal. Tekoşîna şervanan û ya gelên bakur-rojhilatê suriyê di çeperên berxwedanê de li ser bingehê şerê gelê şoreşgerî, li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bi biryardariyeke mezin berdewam dike. Lehengî û berxwedana hêzên me, kete rojeva tevahî jinên cîhanê. Jinan ev dagirkeriya li ser jin û gelê bakûrê-rojhilatê sûrî weke êriş û dagirkeriya xwe li ser dîtin. Ji ber wê hemû qad û meydanên cîhanê şahidî ji nerazîbûna jinan re kir. Ev dagirkerî weke dagirkeriya li ser xwe hesibandin û bi hêrseke mezin bi çalakiyên xweyî cih reng ve piştgirî dan berxwedana rûmetê, piştgirî dan jinên Rojavayî.   

Sala 2019’an jî weke salên beriya xwe ji bo gelên Bakur-Rojhilatê Sûrî, Rojava û bi taybet jinan bû sala oxirkirina pakrewanên ku di oxira parastina rûmetê de canê xwe feda dikirine. Bêguman di têkoşîna 9 salên derbas bûyî de bi hezaran berdêl hatin dayîn û hîna ji bo parastina destkeftiyên şoreşê bedel têne dayîn. Bi saya egîdiya van lehengan îro tekoşîna azadiya gelên bakur-rojhilatê sûrî û rojavayî kurdistanê derbasî serdemekî nû bûye.

Di encama şer, tekoşîn û berxwedana vê salê de hêzê me careke din di eniyên herî pêş yê berxwedanê de fedekarî û lehengiyeke mezin da raberkirin. Li ser wê bingehê;

Li Dêrezorê, di pêngava şerê tinekirina DAIŞ’ê de hêzên me di şexsê hevrê Amara û Güneş de lehengî û fedakariyeke mezin kiriye û cihê xwe di pêngavê de girtiye. 

Di pêngava têkbirina DAIŞ’ê de 52 jin û 178 zarokên êzîdî, di pêşengiya hêzên me û QSD’ê de hatine rizgakirin.

Li gelê vê bi sedan jin û malbat ji çeteyên DAIŞ’ê hatin xilaskirin.

Her wiha piştî li darxistina konferansa YPJ’ê a 2. Li ser bingehê ji nû ve avakirinê hêzên me  bi dehan dewreyên perwerdeyê vekirine û bi serkeftî bi dawî kirine.

Hêzên me bi moral û biryardariyeke mezin ji 9'ê Cotmehê heya niha di hemû eniyên şerê parastina Rûmetê de cihê xwe girtiye û li ber xwe da ye.

Di pêngava têkbirina DAIŞ’ê de û her wiha di şerê Berxwedana Rûmetê de 72 şervanên me  bi rihê fedaî'yane li ber xwe dane  û gihîştine mertebeya şehadetê.  

3 şervanên me di encama şerê dagirkeriya dewleta Tirk de dîl ketin destê çete û leşkerên artêşa Tirk. 

Saleke tije têkoşîn û berxwedan, ji ezmûna şoreşa azadiyê ya gelan hate bi dawî kirin. Em weke hêzên parastina jinê YPJ’ê, li ser hîmê pêşketin û şerê di herêmê de tê jiyîn xwe ji bo erk û berpirsyariyên sala 2020’an amade bikin. Ji bo rûmeta mirovahiyê û parastina jinan wê tekoşîna azadiyê û pêkanîna xewin û xeyalên hevrêyên me yê şehîd bibe armanca me ya tekoşîna vê salê. Ji bo xilasiya rûmeta mirovahiyê û parastina hemû jinan wê tekoşîna me ya azadiyê heta serkeftinê berdewam bike."