HRE bîlançoya sala 2019’an eşkere kir: 261 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bîlançoya şer a sala 2019’an eşkere kir. HRE ragihand ku di sala 2019 de 261 dagirker hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şer a sala 2019’an eşkere kir.

Di daxuyaniya HRE’yê de ev tişt hate diyarkirin:

“Hêzên me, bi armanca domandina berxwedana dîrokî a Efrînê û rizgarkirina xaka xwe ji dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê, di sala 2019’an de çalakî û operasyonên xwe domandin. Di nav salê de hêzên me gelek derbên giran li çete û leşkerên artêşa dagirker dan. Encamên çalakiyên hêzên me yên li herêma Efrîn, Til Rifat, Şehba û derdorên wê wiha ne;

Hêzên me di sala 2019an de li hember artêşa dagirker û komên çete yên li Efrîn û navçeyên wê, herêma Şehba, Til Rifat, Bab, Ezaz, Marê û gundewarên wan bi giştî 252 çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de

-    621 çete û leşker û her wiha endamên MÎT’ê hatin kuştin.
-    Ji van 486 kes ji komên çete, 135 kes ji artêşa dagirker û sîxurên MÎT’ê ne.

-    455 çete, leşker û endamên MÎT’ê hatin birîndarkirin.
-    Ji van 338 kes ji komên çete, 117 kes ji artêşa dagirker û her wiha sîxurên MÎT’ê ne.

Bi qasî ku hatiye zelalkirin, zêdetirî 20 kes serçete û serbazên artêşa Tirk a dagirkeran in.

Hêzên me di van çalakiyan de bi giştî; 35 çekên AK-47, 175 şarjorên AK-47, 1 çeka sekvaniyê, 1 çeka M-240, 1 çeka RPK, 8 çekên BKC û alavên wê, 3 roketavêjên RPG-7 û alavên wê, 15 rext, 10 dûrbîn, hejmarek amûrên pêwendiyê, dokumanên rêxistinî û alavên leşkerî desteser kirin.

Di heman demê de 55 çek û seyareyên leşkerî ku tang, seyareyên zirxî, motor û çekên giran jî di nav de ne, hatin rûxandin.

Artêşa dagirker di sala 2019’an de herî kêm 120 êrîşên hewayî, 15 êrîşên bejahî li ser herêmên sîvîl yên Şehba û Til Rifatê ku koçberên Efrînê lê dimînin, pêk anî. Artêşa dagirker gelek caran gundewarên herêmê da ber top û balafiran û di encam de ziyanên madî gihîştin milk û zeviyên niştecîhên herêmê.

Di êrîşên artêşa dagirker ên bi top, balafirên şer û balafirên bêmirov de 9 hevalên me şehîd ketin.”