Li Sûriyeyê di 9 salan de 380 hezar kes mirin

Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ji Adara 2011’an dema li Sûriyeyê şerê navxweyî dest pê kir û heta niha 380 hezar kes mirine.

Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ji Adara 2011’an dema li Sûriyeyê şerê navxweyî dest pê kir û heta niha 380 hezar kes mirine. Hate diyarkirin ku di vî şerê navxweyî de 22 hezar zarok mirine. Hejmara sivîlên ku hatine kuştin jî ji 115 hezaran zêdetir e.

Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê 67 hezar endamên DAÎŞ û Heyet Tahrîr El Şam (El Nusraya berê) mirine.