Şehîdên Berxwedana Rûmetê li Tebqa bi merasîmekê veşartin

Cenazeyê du şervanên Meclîsa Leşkerî ya Tebqa yên ku di Berxwedana Rûmetê ya li dijî artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê de şehîd bûbûn, li Tebqayê bi merasîmekê veşartin.

Bi sedan şêniyên Tebqayê tevlî merasîma şehîdên Meclîsa Leşkerî ya Tebqa ya di bin sêwana QSD’ê de cih digirt yên bi navê Ehmed Cedû (Ehmed Şîhab) û Şemsî Cedû (Ebû Elaa) ku di Berxwedan Rûmetê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûbûn, bûn.

Merasîm li Goristana şehîdan a Tebqayê bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji hêla şervanên Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê û girseya amade ve pêk hat.

Piştre bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Reşa El-Taha, li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê Fermandar Doçka Mihemed û bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz Şahdî Îbrahîm axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin, her wiha êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk jî şermezar kirin. Di dewama axaftinan de daxwaz ji gel û pêkhateyên herêmê hatin xwestin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê rawestin.

Piştî nasnameya şehîd hate xwendin û şûnde cenazeyên şehîdan bi dirûşiman veşartin.