Efrîn ji aliyê dewleta Tirk û komên wê yên çete ve hatiye dagirkirin. Dewleta Tirk di 20'ê Çileya 2018'an de dest bi êrîşa dagirkirina Efrînê kir û di 18'ê Adarê de bajar dagir kir. Ji dema dagirkirinê ve bi rêk û pêk sûcên şer tên kirin. Her roj malên sivîlan tên desteserkirin, sivîl ji bo wergirtina fîdyeyê tên revandin, êşkence li sivîlan tê kirin an jî tên kuştin.
Xelkê Efrînê ku li herêma Şehbayê bûne êşa xwe ya li ser rêya koçberiyê ji mere parvekirin.
‘EM BI MEŞ JI GUND DERKETIN, NE ZAROK Û NE JÎ KALEMÊR DIKARÎ BIMEŞIN’
Dayik Fatimê Mûrad Mihemed a ji gundê Kîmarê ya navçeya Şêrawa ya Efrînê wiha got; “Em ji gundê Kîmarê derketin û me berê xwe da gundê Mezin, em di malên xwe de rûniştîbûn carekê dengê guleyan hat. Wesayîta kesekî ji gund hat û em çûn li binê daran man. Piştî wê bi demekê em çûn gundê mezin. Lê tu cih tine bû em berê xwe bidinê, me pêwîstiyên me bi xwe re anî bûn dan ber dîwarekî û li binên daran rawestiyan. Pişt wê cihekî ji bo pez hebû, me ji qirêj baqij kir û em têde rûniştin. Wê rojê me şeva xwe li wir dom kir. Piştre dewleta Tirk êrîşî wir jî kir, em bi meş ji gund derketin. Ne zarok û ne jî kalemêran dikarîn bimeşin. Bi meş em gihiştin Zehara ku girêdayî Helebê ye. Yekê em birin mala xwe bi cih kirin û piştre bi wesayîtê çûn Gundê Ziyaretê. Piştre ji wir jî derbasî gundê Ehdesê.
‘DI BIN TOPBARANA BALAFIRNA DE EM JI GUND DERKETIN’
Dayik Erîfe Hisên a ji gundê Qêsim wiha axivî; “Gundê me nêzî sînor e, cara yekem li gundê me dan. Me berê xwe da navçeya Meydankê. Nêzî mehekê em li Meydankê man û piştre bi top û tiving êrîşî Meydankê kirin. Em neçar man û me berê xwe da Efrînê. Ez li gel du zarokan ji Efrînê derketim û hevjîn û 4 keçikên min jî man li Efrînê. Bi meşê em gihan gundê Basûtê û piştre di carekê de balafirên keşfê li ser serê me geriyan û piştî wê balafir hat bombe kir. Em di bin topbaran û şer de ji Efrînê derketin. Di bin wê topbaranê de me xwe gihand jora gund û ji wir jî bi wesayîtekê me derbasî gundê Ziyaretê û ji wir jî çûn gundê Meyasê. Li vir gotin li Nibilê ya girêdayî Helebê xanî hene ji bo em biçin wir 500 hezar lîre ji me girtin ji bo em biçin gundê Nibilê. Her wiha piştre jî 250 hezar din jî ji me girt, em birin mizgeftekê. Piştî ku em pê hesiyan ku ev ji bo pereyan ji me bigirin wiha dikin, em ji Nibilê derketin û dubare hatin Meyasê. Hevjînê min û zarokên min ên din piştî 4 rojan derketin. Hevjînê keça min a mezin li Cindirêsê balafirê ew bombe kiribûn piştî du şevan me zanî birîndar e li nexweşxaneyê ye. Herî dawî em hatin gundê Babinisê bi cih bûn.”