Li Kobanê û Dirbêsiyê tecrîd hate protestokirin

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Koban û Dirbêsiyê yên girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin.

Li Kobanê meş ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ve hate organîzekirin.

Girse li Qada Jina Azad a navenda bajar kom bûn û ber bi Qad El Selam a bakurê bajêr ve dest bi meşê kirin û di meşê de jî posterên Ocalan û pankart hatin hildan.

Li Qada El Selam meş vegûherî mîtîngê.

Di mîtîngê de li ser navê Kongra Star û Yekîtiya Jinên Ciwan Hevseroka Meclîsa Şêran daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de berxwedana Ocalan a li Îmraliyê hate silavkirin û ev hate gotin: “Hemû gelên li herêmê ji bo rûmet û azadiyê li ber xwe didin, ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin.

Ji bo azadiya Ocalan bang li hemû jinan hate kirin ku têbikoşin.

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

DİRBÊSİYÊ

Li Dirbêsiyê jî li pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê meşek hate kirin.

Di meşê de pankarta bi nivîsa ‘Bi ruhê ciwanan tecrîdê bişkînin’ û posterên Ocalan hate hildan. Meşa ku dirûşmên li dijî tecrîdê hatin qîrkirin li navenda navçeyê veguherî mîtîngê. Li vir endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriye Rodî Heval axivî û êrîşên bi sîstematîk û qirêj a dewleta Tirk a li ser Kurdan şermezar kir. Rodî bang li rêxistinên mafê mirovan kir ku berpirsyariya xwe ya li hemberî tecîrdê bicih bîne. Rodî anî ziman ku ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan divê têkoşîn bê xurtkirin.

Herî dawî Rodî bibîr xist ku ew ciwan heta tecrîdê bişkînin wê bibiryardarî têkoşînê bidomînin. Piştî axaftina Rodî çalakî bi dawî bû.