QSD’ê têkildarî şer û berxwedana 2019’an daxuyaniyek da

QSD’ê bîlançoya şer û berxwedanê ya sala 2019’an daxuyaniyek da. QSD’ê ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên wê windahiyên mezin dan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bîlançoya şer û berxwedanê ya sala 2019’an eşkere kir.

Daxuyaniya QSD’ê ya di derbarê şer û berxwedana 2019’an de wiha ye:

‘BI ARMANCA PARASTINA AZADÎ Û RÛMETÊ PÊŞENGTIYA ŞOREŞÊ KIR’

"Gelên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê di sala 2019’an de bi armanca parastina azadî û rûmeta xwe pêşengiya têkoşînek şoreşgerî a bê hempa kir. Îro berxwedana me, bi qasî ku bi armanca parêzgeriya nirxên bingehîn yên mirovahiyê xeteke azadîxwaz û enteryasnonalîst pêş xist, bi şerê li dijî artêşa tirk a dagirker jî pêşengiya têkoşîna neteweyî kir.

‘DAÎŞ TÊK BIR’

Hêzên me di sala 2019’an de rêxistina terorî ya DAÎŞ’ê bi bin xist û dawî li serweriya wê ya koledar anî. Ji bo parastina aramî û ewlehiya herêmê û niştecîhên wê, Hêzên Sûriya Demoqratîk li hember her cûre êrÎş, komplo, dagirkerî û terorê bi erka xwe ya parastina rewa rabû, bê dudilî pêk anî.

Di 23’ê Adarê de, li gundê Baxoz ê ser bi parêzgeha Dêre Zorê ve, rêxistina terorî a DAîŞ bi temamî hat paqijkirin. Bi wî awayî serdemeke dirêj bi dawî bû û aramî li herêmê serwer bû. Di sala 2019’an de di encama vî şerî û operasyonên ku hêzên me li dijî şaneyên veşartî pêk anî de wiha ye;

 ‘DI 3 MEHAN DE 1306 ÇETE HATIN KUŞTIN’

- Li herêma Dêre Zorê, bajarokê Hecîn û derdorê wê hatin rizgarkirin.

- Di şerê 3 mehan de bi kêmanî hezar û 306 çete hatin kuştin.

- Zêdetirî 29 hezar û 600 çete û malbatên wan (ji Iraq, Sûrî û ji herê cîhanê hatin destgîrkirin).

- 7 hezar km2 xak ji terorê hat paqijkirin.

- Hejmareke gelekî zêde çek, cebilxane, belge, amûrên pêwendiyê hatin desteserkirin.

- Bi zêdetirî 40 operasyonên antî-terorê, pêşî li hejmarek hewldanên komkujî û êrişan hatin girtin.

- Bi 4 çalakiyên li dijî şaneyên veşartî yên ser bi MÎT’a Tirk ve hewldanên têkbirina aramiya herêmê vala hatin derxistin.

- Di encama van operasyon û berxwedana bidawîkirina DAÎŞ’ê de 256 hevalên me bi lehengî şer kirin û şehîd ketin.

‘BI OPERASYONEKE HEVPAR SERÇETE EL BEXDADÎ HATE KUŞTIN’

Di çarçoveya plansazî û xebatên demdirêj de di navbera hêzên me, hevpeymaniya navdewletî û Emerîka de, hêzên me, bi tevkariyeke mezin tevlî operasyona serçeteyê DAÎŞ’ê El-Bexdadî li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê yên li bakûr-rojavayê Sûriyê de bûn. Di encamê de El-Bexdadî hat kuştin.

Bi bidawîkirina terora DAÎŞ’ê ve, artêşa Tirk a dagirker êrişên dagirkeriyê yê li ser Rojavayê Kurdistanê da destpêkirin.

‘BI ARMANCA TINEKIRINÊ ARTÊŞA TIRK ÊRÎŞÎ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ KIR’

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên wê, di 9’ê Cotmeha 2019’an de, bi armanca dagirkirina xaka Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê êrîş da destpêkirin. Dewleta dagirker bi hezaran çete, tang, çekên giran, balafirên şer û firokeyên bêpîlot êrîş bir ser seranserê xeta sînorê Rojavayê Kurdistanê; di encam de bi sed hezaran sivîlên herêmê ji cihê xwe bûn, şehîd ketin û brîndar bûn.

Artêşa dagirker bêyî ku ferq û cudahî bixe navberê, hemû herêmên sivîl ên li ser sînor, kirin armanc û bê ser û ber topbaran kirin.

Em Hêzên Sûriya Demokratîk di çarçoveya parastina rewa de bersiva van êrÎşan da. Encamên şer û berxwedanê wiha ye;

- Artêşa dagirker di sala 2019’an de bi giştî;

- 379 êrîşên hewayî yên bi drone û balafirên şer pêk anî.

- Hezar û 21 êrîşên bejahî yên bi tank, top, obus û cûr bi cûr çekên giran pêk anî.

- Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva hemû êrîşan da û di encam de li seranserê sînor şer rû da. Di van şeran de;

- Hezar û 534 çete û leşkerên artêşa dagirker hatin kuştin, 294 çete û leşker birîndar bûn.

- Di encama bersivdayîna hêzên me de 7 tank, 17 panzer, 11 BMP, 42 wesayîtên leşkerî, 27 wesayîtên leşkerî, 11 wesayîtên doçka, 2 wesayîtên kar û 2 motor hatin rûxandin.

Artêşa dagirker û komên çete yên bi ser ve piştî ragihandina biryara agirbestê jî êrîşên xwe nesekinandin, rêkeftinên ku hatine çêkirin binpê kirin û li gelek qadan êrîşên xwe yên bejahî û hewayî domandin.

- Di berxwedana li hember Artêşa Tirk de bi giştî;

- 508 hevalên me bi awayekî lehengî li ber xwe dan û şehîd ketin

- Hezar û 547 hevalên me birîndar bûn

- 73 hevalên me dîl ketin

‘DI ÊRÎŞÊN TIRKAN DE ZÊDETIRÎ 500 SIVÎL ŞEHÎD BÛN’

- Di encama êrîşên artêşa dagirker li ser herêmên sivîlan de zêdetirî 400 hezar sivîl koçber bûn. Her wiha di topbaran û bombebaranê de 522 sivîl şehîd ketin, 2 hezar û 757 sivîl birîndar bûn. Di nav şehîd û birîndarên sivîl de hejmareke zêde zarok jî hene. Di encama van êrîşan de bajarên Serêkaniyê, Girê Spî û qada di navbera her du bajaran de hatin dagirkirin.

Yekîneyên YPJ’ê, di dirêjahiya sala 2019’an de, hem di têkoşîna li dijî terora DAÎŞ’ê û hem jî ya li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker de roleke girîng lîstin".