ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Qamişloyê bi deh hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan û Çepên Kesk hatin ba hev
Li Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştevaniya bi Partiya Çepên Kesk re mîtîngek hat lidarxistin. -
Meclîsa Kongra Star sê jinên têkoşer bi bîr anî
Meclîsa Kongra Star bi daxuyaniyek nivîskî sê jinên têkoşer Şêrîn Elemhûrî, Mizgîn (Gûrbet Aydin) û Leyla Qasim bi bîr anî. -
Şêniyên Efrîn, Şehba û Helebê tecrîd protesto kirin
Şêniyên Efrîn, Şehba û Helebê, bi çalakiyeke girseyî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kir û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. -
Li Şehbayê lehî rabû, gelek mal di bin avê de man
Ji ber barana zêde li Şehbayê lehî rabû, gelek mal û kamp di bin avê de man. -
Li Dêrazorê meşa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Dêrazorê meşek li dar xist. -
MSD: Vegera Sûriyeyê bo Yekitiya Ereban divê ji bo çareseriyê bibe firsendek
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) diyar kir ku tevlîbûna Sûriyeyê bo Yekîtiya Ereban, divê weke "firsendeke rasteqîn ji bo çareseriya siyasî" were nirxandin. -
Cenazeyê Şehîd Mahmûd Diyab hat veşartin
Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Diyab bi merasîmek girseyî li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî hat veşartin. -
Li Reqa û Til Koçerê şehîd hatin veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Bender Mihemed Elî El Mizel ê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû û Xelef Salih Mihemed El Îbrahîm ku hefteya borî li Reqayê şehîd bûbû, hatin veşartin. -
Şêniyên Til Hemîsê cenazeyê şehîd Ziyad El Îbrahîm veşartin
Li Til Hemîsê cenazeyê şervanê QSD’ê Ziyad Ehmed El Îbrahîm ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû, hat veşartin. -
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meş hate lidarxistin
Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ciwan li Eyn Îsayê daketin qadan û destnîşan kirin ku heta mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, wê têkoşînê bidomînin. -
Dorpêça hikumeta Şamê hêviya jiyanê ya nexweşên gurçikê dikuje
Ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêma Şehbayê, navenda şuştina gurçikan ku di hefteyê de 15 nexweşan dihewîne, li ber sekinandinê ye. -
Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li Reqayê çalakiyek hat lidarxistin
Înîsiyatîfa Gel a Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Reqayê çalakiyek lidar xist û banga azadiya fîzkî ya Abdullah Ocalan kir. -
Nasnameya 3 şehîdên QSD’ê hate eşkerekirin
QSD’ê nasnameya 3 şervanên ku di êrîşa dewleta Tirk a li ser Hol û Eyn Îsayê de şehîd bûne, eşkere kir. -
Dewleta Tirk hêzên ku kampa Holê diparêzin kir hedef
Balafireke bêmirov a biçek (SÎHA) ya dewleta Tirk a dagirker, hêzên leşkerî yên ku li Kampa Holê malbatên çeteyên DAÎŞ’ê diparêzin, kir hedef. -
Cenazeyê şehîd Şahîn û Mehmûd bi girseyî hat veşartin
Bi hezaran şeniyên Kobanê cenazeyê Şehîd Xemlîn Şahîn û Bozan Mehmûd ên li ser riya Helebê pêşwazî kirin û bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê veşartin. -
Xelkê Kobanê bi meşekê piştgirî Partiya Çepên Kesk
Li Kobanê ji bo piştgiriya bi Partiya Çepên Kesk a li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê meşeke girseyî hate lidarxistin. -
Ghobaşî: Rêveberiya Xweser bersiva herî xurt a ji bo çareseriyê ye
Doktorê Misrî Muxtar Ghobaşî diyar kir ku Rêveberiya Xweser bi deklarasyona xwe xwedî li yekparebûna xaka Sûriyeyê derdikeve û destnîşan kir ku ji bilî vê yekîtiyê çareserî ji Sûriyeyê re nîne. -
Rûken Ehmed: Jin xwedî li deklarasyonê derdikevin
Ji Kongra Star Rûken Ehmed ragihand ku ji bo pêkhatina deklarasyona Rêveberiya Xweser ew ê bi jinên Sûriyeyî re bicivin. -
Şeniyên Hesekê cenazeyê şehîdên xwe veşart
Cenazeyê du şervanên QSD’ê Ehmed El Mitleq û Sabir Ehmed, li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê hat veşartin. -
Xelkê Kobanê bi merasîmeke girseyî cenazeyê Ferhad Hemed veşartin
Şêniyê Kobanê bi merasîmeke girseyî cenazeyê Endamê Tevgera Ciwanê Şoreşger Ferhad (Ferhad Hemed Mistefa) veşartin. -
Dewleta Tirk li Efrînê kesekî din jî revand
Dema ku kesê bi navê Ehmed Resûd Gulîn ji Helebê diçû navçeya Raco ya Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate revandin. -
Serdana Serokkomarê Îranê Reîsî ya li Şamê destpê kir
Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî dest bi serdana Şamê ya ji bo 2 rojan kir. -
Pirsgirêkên tenduristiyê yên li Şehbayê zêde dibin
Li 5 kampên li Şehbayê ku koçberên Efrînî lê ne, ji aliyê xizmeta tenduristiyê ya ji bo jin û zarokan zor û zehmetî hene. Ji sedî 82 ê jinan tevî ku nexweş dikevin nikarin biçin doktor. -
'Ji tunebûnê jî em ê berxwedana xwe bidomînin'
Jina Efrînî Hacer Hesen ku niha li kampa Berxwedanê dimîne diyar kir ku dorpêça li ser wan çiqas giran bibe jî, ew ê rê û rêbazên ji bo domandina berxwedana xwe peyda bikin. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1'ê Gulanê hat pîrozkirin
Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê bi coş hat pîrozkirin.