ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Di êrîşa bi ser Nexweşxaneya Til Rifetê de 4 kes birîndar bûn
Desteya Tendirustiyê ya Efrîn û Şehbayê têkildarî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a bi ser Nexweşxaneya Til Rifetê daxuyaniyek da û got: “Di encama êrîşa bi topan de 4 sivîl birîndar bûn û yek ji wan xebatkarê nexweşxaneyê ye.” -
Artêşa Tirk êrîşî nexweşxaneya Til Rifetê kir
Artêşa Tirk a dagirker nexweşxaneya navenda navçeya Til Rifetê topbaran kir. Tê gotin, birîndar hene. -
Li Hesekê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
YAT′ê bi hevkariya Saziya Têkoşîna li dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê (CTG) û hêzên Koalîsyona Navneteweyî 2 çeteyên şaneyên DAÎŞ′ê girtin. -
YPG’ê diyar kir şervanê wan Ciwan Oso di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye
YPG’ê diyar kir ku di 14 Hezîranê de şervanê wan Ciwan Oso tevî 2 welatiyên din êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne. -
Li Sûriyeyê şewba kolerayê: 23 kes mirin
Li Sûriyeyê ji ber şewba kolerayê 23 kes mirin, zêdeyî 700 nexweş hene. -
Xelkê Kobanê: Bi keviran jî be em ê li ber dagirkeriyê rabin
Şêniyên herêma Firatê li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker rabûn û biryardariya xwe ya ji bo berxwedanê bi vê gotinê anîn ziman: Bi keviran jî ma be em ê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin. -
Li Tirkiyê kujer jî bawarnameyên siyasî bi dest dixin
Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Sûriyê Paşeroj Mihemed Bêrem derbarê serçeteyê Ehrar El-Şerqiye Ebû Hatim Şeqra de axivî û got, “Deshilatdariya Tirkiyeyê dergûşa terorê û paşverûtiyê ye." -
Şehîdên Minbicê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin
Cenazeyên 6 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
Mihemed Şahîn: Em ê li ber xwe bidin û sîstema xwe misoger bikin
Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Herêma Firatê Mihemed Şahîn diyar kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bi têkoşîna xwe êrîşên dewleta Tirk têk bibin û destnîşan kir ku ew ê her tim li ser rêya berxwedanê bin. -
QSD: Êrîşên dewleta Tirk wê bêbersiv nemînin
Fermandariya Giştî ya QSD'ê destnîşan kir ku wê êrîşên dewleta Tirk a dagirker bêbersiv nemînin û got, “Hêzên me ji her demê bêhtir parastina herêmê û pêkhateyên wê bikin.” -
Şêniyên Çilaxa û Til Hemîsê dewleta Tirk şermezar kirin
Li Çilaxa û Til Hemîsê bi sedan kes li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan. -
Bi merasîmeke girseyî şehîd Nîhad Hiso û Abdullah Îbrahîm hatin veşartin
Li Herêma Firatê şehîd Nîhad Hiso û Abdullah Îbrahîm bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. Di heman demê de şehîd Îbrahîm Şêx Hindî ê li Girê Spî şehîd bû û gerîlayê HPG’ê Basil Ehmed ê li herêma Avaşînê şehîd bû, hatin bîranîn. -
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê nasnameya 6 şehîdan eşkere kir
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê nasnameyha 6 şervanên xwe yên di êrişên dewleta Tirk de şehîd bûn, eşkere kir. -
'Divê em hîn zêdetir xwedî li zimanê Kurdî derkevin'
Mamosteyên Zanîngeha Kobanê diyar kirin ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zimanê Kurdî bûye zimanekî zanist û zanebûnê û bang li her kesê kirin ku xwedî li zimanê Kurdî derbikevin. -
Gundekî li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê hate bombebarankirin: 4 kes birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker gundekî li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê bombe baran kir. Di êrîşê de herî kêm 4 kes birîndar bûn. -
Dewleta Tirk bombeyan li Şera, Şêrawa û Eyn Îsayê dibarîne
Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên lis er Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kir. Herî dawî gundên Soxanekê, Bênê û Şiwarxe yên ser bi Şera û Şêrawayê, bejahiya Eyn Îsayê bombe kir. -
'4 şervanên me yên bi hawara zarokên birîndar ve çûn, şehîd bûn'
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku şervanên wan dema hewl didan 2 zarokên ji topbaranê birîndar bûne rizgar bikin, bû hedefa êrişa hewayî ya dewleta Tirk. Meclîsê diayr kir ku di encamê de 4 şervanên wan û gundiyek şehîd bûn. -
Li Til Rifetê 5 leşkerên Şamê hatin kuştin
Li navçeya Til Rifet a Şehbayê, di êrîşa dewleta Tirk a hewayî de ku li ser nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê hate kirin, 5 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn. -
Bi droneyê êrîş birin ser gundekî Şêrawayê
Dewleta Tirk a dagirker bi balafira bêmirov a bombebarkirî êrîş bir ser derdora gundê Meyasê yê navçeya Şêrawayê. -
Li Şehba û Şêrawayê leşkerekî Şamê hate kuştin, 3 jî birîndar bûn
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de ya li ser nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li Şêrawa û Şehbayê, leşkerekî Şamê hate kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. -
Îsraîlê bombe li derdora Şamê barand
Hate ragihandin ku Îsraîlê vê sibehê êrîşeke hewayî biriye ser nuqteyên nêzî Şamê. Li gorî agahiyan di êrîşê de leşkerekî Şamê bi giranî birîndar bûye. -
Di êrîşa dewleta Tirk de 3 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ya li ser gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê 3 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest dan. -
Dewleta Tirk êrîşî Minbicê kir: 2 şervan şehîd bûn û şervanek birîndar bû
Hat ragihandin ku di êrîşên dewleta Tirk ên li ser gundên Minbicê de 2 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê şehîd bûne û şervanek jî birîndar bûye. -
Êrîşên dewleta Tirk li Reqayê hatin protestokirin
Xelkê Reqayê, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşiya. -
Li Ehdasê 3 şehîdên YPG’ê hatin bîranîn
Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo 3 şervanên YPG’ê yên di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, merasîma bîranînê li dar xist.