Di êrîşa bi ser Nexweşxaneya Til Rifetê de 4 kes birîndar bûn

Desteya Tendirustiyê ya Efrîn û Şehbayê têkildarî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a bi ser Nexweşxaneya Til Rifetê daxuyaniyek da û got: “Di encama êrîşa bi topan de 4 sivîl birîndar bûn û yek ji wan xebatkarê nexweşxaneyê ye.”

Desteya Tendirustiyê ya Efrîn û Şehbayê têkildarî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a bi ser Nexweşxaneya Til Rifetê daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya Desteya Tendirustiyê ya Efrîn Şehbayê wiha ye:

“Dagirkeriya Tirk, zêdeyê 5 salan e li topbarana xwe ya li dijî herêmên Şahbayê ku bi sed hezaran welatiyên sivîl ên bi darê zorê koçber bûne lê dimînin, dewam dike. Van demên dawiyê jî, topbarana dagirkeriya Tirk a bi balefirên bêmirov, tanq û hawanan li ser herêmê dijwartir bû.

Îro danê nîvro; dewleta Tirk a dagirker hemû zagonên navdewletî û yên mirovî bin pê kirin û nexweşxaneya navçeya Til Rifetê ku bi dehan nexweşan, tevî dorpêça giran a li ser herêmê, pêşwazî dike, topbaran kir. Di encamê de 4 sivîl birîndar bûn yek ji wan xebatkarê nexweşxaneyê ye.

Navên birîndaran:

  • Muxlês Ehmed Nasan (25)
  • Abdulah Abdulrehman Murad (40)
  • Mihemed Hemîd (45)
  • Mustefa Hesen (27)

Rewşa du birîndaran giran e.

Em ji aliyê xwe ve, van êrîşên faşîzane şermezar dikin û bang li civaka navdewletî dikin ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku êrîşên xwe yên hovane li ser herêmê rawestîne.”