YPG’ê diyar kir şervanê wan Ciwan Oso di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye

YPG’ê diyar kir ku di 14 Hezîranê de şervanê wan Ciwan Oso tevî 2 welatiyên din êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir.

Navendê da zanîn ku şervanê wan Ciwan Oso li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de tevî 2 welatiyên din şehîd bûye.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker di 14’ê Pûşperê de, li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê li wesayîtekê dan. Di êrişê de tevî 2 welatparêzên me, şervanê me yê bi nasnav Ciwan Oso şehîd bû. Hevalê me Ciwan ji ber betlaneyê diçû malê.

Rastiya ku armanc û hedefên dewleta Tirk a dagirker ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagirkirina herêmê ye, bi êrişên hewayî yên dawîn careke din rûyê xwe yê rast nîşan da. Ji aliyê din ve dîrok dizane ku wek hêzên YPG, YPJ û QSD’ê bi taybet gelê me yê herêmê ji destpêka şoreşa xwe ve em li hemberî tu êrişên dagirkeriyê bêdeng neman.

Lehengên van berxwedanan gelê me yê welatparêz û zarokên wan yên nemir in. Kal û ciwan, jin û mêr, bi kurtasî hemû gelê me ji heft heta heftê salî para herî girîng a vê berxwedanê ye û her yek ji me bi girêdanên neşikestî zengila vê berxwedanê ava dike. Xeleka dawî ya berxwedana me xurt kiriye, hevrêyê me Ciwan e.

Hevrêyê me Ciwan ku li bajarê Serêkaniyê yê ku ji destpêka şoreşa me de rastî gelek êrişên dagirkeriyê û qada berxwedanê hatiye, di zarokatiya xwe de bûye şahidê van êrişên dagirkeriyê û berxwedanê. Dema ku bajar herî dawî di sala 2019’an de hat dagirkirin, neçar ma tevî malbata xwe koçî bajarên din bike, ji ber ku wî armanc û hedefên rastîn ên dagirkeran dizanibû. Dema ku gihîşt temenê mezinbûnê, li ser hesta welatparêziyê ya ku ji malbatê girt û bi vê hesta welatparêziyê xwe li hember welatê xwe û gelê xwe berpirsyar dît.

Hevrê Ciwan ku hesreta wî ya herî mezin vegera li bajarê xwe bû, biryar da ku beşdarî şerê me yê berxwedanê yê li dijî dagirkeran bibe. Di biryardayîna wê de nasîna gelek lehengên li ser vê axê derketibûn ku li hember zilm û zordariyê bêdeng nemabûn. Hevrê Ciwan wek navê xwe ciwan bû, di heman demê de kesayetek mûtewazî û sade bû û di beşdarbûna xwe ya jiyanê da helwestek fedakar nîşan da. Wî hewl da ku bi ceribandina jiyanê bêtir fêr bibe. Ji bo pêşerojê xwe pêşxistinê de hewldanek mezin da lê mixabin şehadeta wî ew xeyalên wî nîvço hiştin. Xeyal û bîranînên hevrêyê me Ciwan dê di têkoşîna dijwar ya li dijî dagirkeran de bibe rêberek. Em di şexsê wî de soza ku me daye tevahî şehîdên xwe yên leheng dûbare dikin.

Em di serî de sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrêyê me Ciwan û ji hemû gelê me yê welatparêz re dixwazin.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye:

Nasnav: Ciwan Oso

Nav û Paşnav: Ekrem Oso

Navê Dayikê: Şehnaz

Navê Bav: Ekrem

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo, 14’ê Pûşpera 2023'an."