Her neteweyek bi zimanê xwe xwe îfade dike. Tevî ku di dîrokê de her tim qirkirin li ser zimanê Kurdî hate ferzkirin jî hebûna xwe heta niha parastiye. Piştî ku Şoreşa Rojava dest pê kir ku êdî zimanê Kurdî ber bi jiyaneke nû ve çû, bi xwe re destketiyên gelekî mezin anîn. Zimanê Kurdî ji tunebûnê bû asta akademîk, zanist û xwendina bilind. Têkildarî vê yekê Mamosteyên Zimanê Kurdî yên Zanîngeha Kobanê ji ANF’ê re axivîn.
Mamosteyê Fakulteya Ziman û Wêjeya Kurdî Egîd Nasiro diyar kir ku zimanê Kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe ji nû ve da avakirin û got: "Yek ji taybetmendiyên zimanê Kurdî ew e ku, zargotina xwe dewlemende û gelek têgehên xwe parastiye. Zimanê Kurdî ji malbata mezin a Hind-Ewropiyane ku ji gelê Arî pêk tê, ew jî kevintirîn zimane."
Nasiro anî ziman ku ji felsefeya Zerdeşt heta felsefeya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serkêşiya wê dike, ev ziman bûye zimanekî zanist û zanebûnê û ev tişt got: "Gelek caran pêşî li zimanê Kurdî hatiye girtin, ew jî ji ber ku her netewa Kurdî rastî tunekirin û qirkirinê hatiye. Pişta çiyayê Zagros kirin sînorekî çêkirî, vê rewşê wisa berdewam kir heta hatina netew-dewletê, ku bi xwe re dîsa birîna Zimanê Kurdî kûr kir, ev birîn êdî bi Lozanê kûrtir dibe, hem Kurdistan kirina çar parçe û hem jî xwestin zimanê Kurdî bidin jibîrkirin. Ji salên 1980’î de êdî gelê Kurd zimanê xwe bêhtir dewlemend kir û bi demê re bi awayê akademîk û zanistî gelek pêşketin afirandin."
‘DAGIRKER JI DEWLEMENDIYA ZIMANÊ KURDÎ DITIRSIN’
Mamoste Egîd diyar kir ku ji dîrokê heta roja îro, zimanê Kurdî di pêşketineke gelekî mezin de ye û wiha got: "Piştî derketina şoreşê êdî zimanê Kurdî gihîşt asta herî bilind, ev jî tirsa dewletên dagirker e ku ji dewlemendiya zimanê Kurdî ditirsin. Her ku diçe zimanê Kurdî pêş dikeve û dibe zimanê Akademî û zanistê. Divê em zimanê xwe dewlemend bikin. Divê gelê Rojavayê Kurdistanê jî her tim di vê fikrê de bin ku em zimanê xwe dewlemend bikin."
‘BI DESTPÊKA ŞOREŞÊ RE ÊDÎ FERMIYETA ZIMANÊ KURDÎ DESTPÊ KIR’
Cîgirê Xwendina Bilind a Zanîngeha Kobanê Mihemed Reşîd jî destnîşan kir ku di pêvajoya beriya şoreşê de, ti fermiyet ji zimanê Kurdî re tune bû û ev tişt bilêv kir: "Lê piştî şoreşê êdî zimanê Kurdî gihîşt astên herî bilind. Ti navendên lêkolînan beriya şoreşê ji zimanê Kurdî re tune bû, tenê hêmaneke axaftinê di navbera gel de bû. Lê cihekî fermî ji bo xwezêdekirina zimanê Kurdî xwe pêşxistin tune bû. Ji bo wê di destpêka şoreşê de ew derfet derket holê ku zimanê Kurd fermî bibe. Di salê 2012-2013’an de êdî dest bi perwerdeyê amadekirina mamosteyan bûn, hejmareke gelekî zêde ku nêzî 500 xwendekar di akademiyê de cih girt û dest bi perwerdeya mamosteyan hatin kirin."
‘DIVÊ EM XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERBIKEVIN’
Reşîd ragihand ku tecrubeya yekemîn a pêşketina zimanê Kurdî li akademiya Viyan Amara ya li Efrînê destpê kir û got: "Piştre hêdî hêdî derbasî tevahî herêman bû. Êdî dest bi awayê asta zanîngeha hatin kirin, êdî di zanîngehê de beşa ziman û wêjeya Kurdî hatin vekirin. Êdî akademî hatin vekirin. Li zanîngeha Kobanê di sala 2022’an de dest bi beşa vekirina Macisterê xwendina bilind hat kirin, gelek mamoste tevlî bûn. Di asta mastirê de pêvajoya Metiryal û Mastirnameyê heye. Hemû doktorên ku di mastirê de kar dikin, li ser astên bilind ên di zimanê Kurdî de ne. Hêviya me ew e ku em pêvajoya doktora jî berdewam bikin. Zimanê me li rex zimanê Rojhilata Navîn li şûn maye, lewma divê em hîn zêdetir xwedî li zimanê xwe derbikevin û zimanê xwe pêş bixin."