Meclîsa Leşkerî ya Minbicê nasnameya 6 şehîdan eşkere kir
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê nasnameyha 6 şervanên xwe yên di êrişên dewleta Tirk de şehîd bûn, eşkere kir.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê nasnameyha 6 şervanên xwe yên di êrişên dewleta Tirk de şehîd bûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê têkildarî şervanên ku di êrişên 14'ê Hezîranê yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
"Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijwartir kirine. Di van êrîşan de her cûre çekên giran û balafirên keşfê yên bi çek bi kar tîne. Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser herêmên Şehbayê jî ku koçberên Efrînê li kampên wê dimînin girantir kirine û di êrîşa li Şehbayê ya li dijî wesayîtekê de 3 şervanên YPG'ê şehîd bûn. Artêşa Tirk doh (Çarşemê 14'ê Hezîranê) êrîşên xwe li ser Minbicê jî dewam kirin. Balafireke keşfê li nêzî nuqteyeke hêzên me hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê welatiyên ku di nava zeviyên xwe yên çandiniyê de dixebitîn, kir hedef. Di encamê de 2 zarok birîndar bûn.
Dema şervanên me hewl dan zarokên birîndar derman bikin, balafireke din a keşfê şervan kirin hedef. Di encama vê êrişê de jî 5 şervanên me; Ehmed Mihemed Mihemed (Murad), Ebdulkerîm Yûnis Ubeyd (Ebû Miseb), Ebdullah Hesen Îbrahîm (Ebdullah), Mistefa Xelîl Derwîş (Faris), Mistefa Şerîf El Ebdullah (Mistefa) şehîd bûn.
Di êrîşeke din a keşfê de ya li bakurê Minbicê şervanê me Welat Nebo Mihemed (Welat) şehîd bû.
Hevreyê me şehîd Murad tev li gelek dewreyên perwerdeyê bûbû, piştre cihê xwe li eniyên şer girt û berxwendaneke mezin li eniyên şer da nîşandan. Hevrêyê me Murad xwedî ruhekî hevaltiyê yê bilind bû, bi wêrekî û bêyî paşdexistin erkên xwe bi cih dianî, di wê baweriyê de ku wê serketinê pêk bîne.
Hevreyê me Ebû Miseb mînaka fedaîtiyê bû û ji bo ku xwe di peywira xwe de pêş bixe kedeke mezin da. Bi dîsîplîn nêzî kar xwe dibû û erkên xwe bi rêk û pêk bi cih dianî. Di dilê wî de hizkirina welat û gel û parastina wan mezin dibû, ji ber vê yekê cihê xwe dilê hemû kesên wî ku nas dikirin de çêkir.
Hevreyê me Ebdullah jî tevî ku demeke ne dirêj tev li hêzên me bûbû, lê di demeke kurt de pisporiyeke mezin wergirt ku di qadên şer de xuya dibû. Hevrê Ebdullah di şer de tektîkên pêşketî bi kar dianî û ji hevalên xwe re bûbû pêşeng. Hevrê Ebdullah li gorî rihekê kollektîf kar dikir, xwe di mijarên zanîn, siyaset û ramanê de kûr dikir û geşednan heyî analîz dikir. Her wiha di mijarên girîng û pêwîst ên girêdayî jiyana şervanan, gel û welat nîqaş dikir û nêrînên xwe parve dikir.
Hevreyê me şehîd Faris mohra xwe li piraniya şerên ku tê de cih digirt, xist û berxwedaneke lehengane nîşan da. Hevrê Faris bê terdudu û bê tirs erka xwe bi cih dianî. Hevrê Faris şervanekî leheng bû ku dikarî hemû astengiyan derbas bike. Di pêkanîna serkeftinê di hemû karên xwe de dudilî nedibû û karê xwe bi plan bi rêxistin dikir.
Hevreyê Mistefa şervanekî leheng bû, erkên xwe bi awayekî durist bi cih dianî, astengî û barên hevreyên xwe radikir. Hevrê Mistefa mînaka exlaq û nirxên têkoşînê bû, xwedî rihekî hevalatî ya rasteqîn a bi rastî, dilsozî, wefadarî ji bo gel û hevalên xwe bû.
Hevreyê me Welat tevî ku nû tev li hêzên me bibû, lê di helwestên wî yên wêrek û pisportiya di karên çekdarî de pêşketinên mezin pêk anîn. Ji ber vê yekê di demeke kurt de di nava hevalên xwe de hevalekî cûda bû. Ev taybetmendî di dirêjahiya têkoşîna xwe de di xwe de parast. Li ser kêmasî û şaşiyan disekinî. Di kar û tevgera xwe de lezgîn bû.
Em sersaxiyê ji xwe û ji tevahî malbatên şehîdan re dixwazin. Di heman demê de em soz didin ku em ê bi hemû hêza xwe bersiva êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bidin. Em ê tola xwîna pak a şehîdên xwe hilînin.
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
Nasnav: Murad
Nav û paşnav: Ehmed Mihemed
Navê dayikê: Înam
Navê bavê: Mihemed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Minbic, 1993
Cih û dîroka şehadetê: Minbic, 14 Hezîran 2023
***
Nasnav: Ebû Miseb
Nav û paşnav: Ebdulkerîm Ubeyd
Navê dayikê: Ferîde
Navê bavê: Yûnis
Cih û dîroka jidayikbûnê: Minbic, 1997
Cih û dîroka şehadetê: Minbic 14 Hezîran 2023
***
Nasnav: Ebdullah
Nav û paşnav: Ebdullah Îbrahîm
Navê dayikê: Şaha
Navê bavê: Hesen
Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê, 2003
Cih û dîroka şehadetê: Minbic, 14 Hezîran 2023
***
Nasnav: Faris
Nav û paşnav: Mistefa Derwîş
Navê dayikê: Fehîme
Navê bavê: Xelîl
Cih û dîroka şehadetê :Minbic, 14 Hezîran 2023
***
Nasnav: Mistefa
Nav û paşnav: Mistefa El Ebdullah
Navê dayikê: Xîtam
Navê bavê: Şerîf
Cih û dîroka şehadetê: Minbic, 14 Hezîran 2023
***
Nasnav: Welat
Nav û paşnav: Welat Mihemed
Navê dayikê: Wehbê
Navê bavê: Nebo
Cih û dîroka şehadetê: Minbic, 14 Hezîran 2023.”