Şehîdên Minbicê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin

Cenazeyên 6 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Dewleta Tirk a dagirker pêr bi balafirên bêmirov êriş gundewarê Minbicê kir. Di encamê de gelek zarok birîndar bûn û dema ku şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê berê xwe dan cihê bûyerê da ku birîndaran xilas bikin, aliyê balafirên bêmirov ve hatin hedefgirtin. Ji ber wê şervan Ocalan Bekir, Welat Nebo Mihemed, Mustefa El Ebdullah, Selame El Xemîs, Ebdullah El Hemade û Mustefa Derwîş şehîd bûn. Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo şervanê Hêzên Parastina Gel (HPG) şehîd Botan Kobanê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd ketiye, merasîma xiyabî li dar xist.

Di merasîmê de endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û saziyên wê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Malbatên Şehîdan, rûspiyên eşîran, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û xet û meclisên sivîl beşdar bûn.

Karwanê wesayîtan ji nexweşxaneya Firat a li navenda bajêr ber bi goristana şehîdan a başûrê bajêr ve bi rê ket. Li wir berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş got: "Minbic bajarê aştiyê, hezkirin û rûmetê ye. Ev azadî bi saya xwîna şehîdan hat bidestxistin û ji ber ku Minbic serbilind e çavê dijmin lê ye. Kes nikare îradeya şêniyên wê têk bibe."

Bi navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş soz da şehîdan û dayikên şehîdan ku rêya şehîdan bişopînin û têkoşîna xwe heta pêkanîna armancên wan bidomînin.

Piştre, hevserokê Meclisa Zagonsaz a Minbicê Mihemed Elî El Ebo got: "Em soz didin şehîdan ku tola wan hildin û xwîna wan li erdê nehêlin, heta em Sûriyeyeke nû û jiyaneke birûmet bi dest bixin."

El Ebo destnîşan kir ku ew xwe naspêrin kesî, ew tenê palpiştê hêzên xwe yên leşkerî yên li eniyan in û got: "Kes nikare bi tu awayî îradeya me têk bibe."

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Rebî Izedîn sersaxî ji xwe, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û malbatên şehîdan xwest û soza domandina rêya şehîdan da.

Piştre, hevserokê Desteya Karûbarên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Farûq El Maşî bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û bal kişand ser hevgirtina pêkhateyên herêmê ya bi hêzên leşkerî re li hember planên dagirkeriyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadeta şehîdan ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd Ebû Îdo ve hatin xwendin û ji bo malbatên wan hatin radestkirin û cenazeyên wan hatin oxirkirin.