Mihemed Şahîn: Em ê li ber xwe bidin û sîstema xwe misoger bikin

Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Herêma Firatê Mihemed Şahîn diyar kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bi têkoşîna xwe êrîşên dewleta Tirk têk bibin û destnîşan kir ku ew ê her tim li ser rêya berxwedanê bin.

Dewleta Tirk a dagirker, bi serkêşiya rejîma AKP-MHP'ê van rojên dawî li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên hewayî û bombardûmana bejahî zêde kiriye. Ji navçeyên Efrînê heta bi Hesekê, êrîşên giran li ser qadên sivîl û cihên leşkerî têne kirin. Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Herêma Firatê Mihemed Şahîn li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

Mihemed Şahîn diyar kir ku rejîma AKP-MHP'ê bi rêya dîplomasî, siyasî û leşkerî ve ji her alî ve êrîşan dike û got, "Bi van êrîşan dixwaze xewn û xeyala xwe ya ji bo ferzkirina Osmaniya Nû û hegemonya xwe li herêmê pêk bîne.

Mihemed Şahîn işaret bi kampanya hilbijartinê ya Tayyîp Erdogan kir ku li ser qirkirina Kurdan meşand û wiha dewam kir, "Rojên dawî dewleta Tirk dest bi êrîşên li ser tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye. Bi tank û balafirên bêmirov bombardûmanê li her derê dike. Di heman demê de li Bakurê Kurdistanê jî dest bi qirkirina siyasî kiriye."

Mihemed Şahîn AKP weke 'Sîwana parastinê ya terorê' pênase kir û got, "Ji bo parastina terorê, ji bo parastina DAÎŞ, Cebhet El Nûsra û hemû hêzên radîkal, AKP bûye sîwana esasî."

Mihemed Şahîn biryara Rêveberiya Xweser a ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ'ê bi bîr xist û destnîşan kir ku ev yek bi zora Erdogan çûye, lewma êrîş giran kiriye.

Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Herêma Firatê Mihemed Şahîn ragihand ku dewleta Tirk dixwaze bi rêya hêzên çete sînorê xwe berfireh bike, îdeolojiya xwe belav bike û got, "Hewl dide Rêveberiya Xweser tune bike û krîza Sûriyeyê hîn kûrtir bike. Lê belê me gelek destketiyên dîrokî bi dest xistine. Vaye li tevahiya cîhanê projeya me bi ser ketiye. Di her warî de li pêş e. Gelê Kurd êdî naxape. Em di wê baweriyê de ne ku bi têkoşîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê projeyên wan têne pûçkirin. AKP êdî di kêliya dawî de ye. Em ê bi hemû neteweyan li ser rêya berxwedanê bin û sîstema xwe misoger bikin."