Xelkê Kobanê: Bi keviran jî be em ê li ber dagirkeriyê rabin

Şêniyên herêma Firatê li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker rabûn û biryardariya xwe ya ji bo berxwedanê bi vê gotinê anîn ziman: Bi keviran jî ma be em ê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin.

Navçeyên Efrînê, herêma Şehbayê, bejahiya Kobanê, Minbic, Şehba, Hesekê û Qamişlo van rojên dawî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hem bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî hem jî bi topbaranê hatin bombekirin. Şêniyên Kobanê têkildarî vê êrîşkarî û dagirkeriyê ji ANF'ê re axivîn.

Ji xelkê Kobanê Tirkî Xelîl Hisên ku ji navçeya Çelebiyê ye got, "Welat welatê me ye, em ê heta dawiyê bi xwîna xwe biparêzin" û wiha axivî: "Tiştekî dewleta Tirk li ba me tune ye. Dewletên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe ji kiryarên dewleta Tirk re xwe kerr û lal kirine. Em bi axa xwe ve girêdayî ne, me bi hezaran şehîd dane û em ê bidin. Em ê bi ruh û canê xwe welatê xwe biparêzin. Bi keviran jî ma be em ê li ber xwe bidin û li ber dagirkeriyê rabin."

Xelîl Ebo jî işaret bi girîngiya yekîtiyê kir û anî ziman ku divê Kurd êdî dest bidin hev û li ber dagirkeriyê rabin. Xelîl Ebo got, "Gelek komkujî bi serê Kurdan ve hatine. Vaye bi rojan e êrîşî herêmê dikin. Bi balafirên bêmirov bi rojan êrîş dikin. Divê em êdî bi yek destî li ber dagirkeriyê xwedî helwest bin."

Fatma Îdrîs jî bal kişand ser armanca dewleta Tirk a ji bo tunekirina Rêveberiya Xweser û got, "Me bi hezaran şehîd dane û em ê bi hîn jî bidin. Em ti carî dest ji axa xwe bernadin."