Li Hesekê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin

YAT′ê bi hevkariya Saziya Têkoşîna li dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê (CTG) û hêzên Koalîsyona Navneteweyî 2 çeteyên şaneyên DAÎŞ′ê girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derbarê girtina 2 çeteyên DAÎŞ′ê li başûrê Hesekê de, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Di çarçoveya operasyonên me yên li dijî şaneyên rêxistina DAÎŞ′ê ya terorîst de YAT′ê ya girêdayî hêzên me QSD′ê û bi hevkariya Saziya Têkoşîna li dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê (CTG) û hêzên Koalîsyona Navnetweyî operasyoneke ewlehiyê li dijî şaneyeke rêxistina DAÎŞ′ê ya pêk anî.

Operasyon di 14′ê Hezîranê de li gundê Sebxe yê Şedadê ya başûrê Hesekê, piştî çavdêriya asîmanî ya tevgerên şaneya terorîst pêk hat. Yekîneyên me cihê veşartina şaneyê diyar kir û ew çete girtin. Ew her du çete, çeteyên rêxistina terorîst direvandin, çek û cebilxane ji bo pêkanîna êrişên terorê li dijî hêzên me û sivîlan pêk bînin, dabîn dikirin.

Di operasyonê de yekîneyên me çek û cebilxaneyên leşkerî yên li gel terorîstan desteser kirin.

Em operasyonên xwe yên li dijî rêxistina DAÎŞ′ê ya terorîst nasekinînin, heta ku ew tune dibin, da ku ewlehî û îstîqrara li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin."