Li Tirkiyê kujer jî bawarnameyên siyasî bi dest dixin
Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Sûriyê Paşeroj Mihemed Bêrem derbarê serçeteyê Ehrar El-Şerqiye Ebû Hatim Şeqra de axivî û got, “Deshilatdariya Tirkiyeyê dergûşa terorê û paşverûtiyê ye."
Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Sûriyê Paşeroj Mihemed Bêrem derbarê serçeteyê Ehrar El-Şerqiye Ebû Hatim Şeqra de axivî û got, “Deshilatdariya Tirkiyeyê dergûşa terorê û paşverûtiyê ye."
Kujerê siyastemedara Kurd a Sûriyeyê Hevrîn Xelef ji Zanîngeha Mêrdînê beşa zanistên siyasî beşa têkliyên navdewletî mezûn bûye. Ebû Hatim Şeqra kiye? Navê wî Ehmed Îhsan Feyad El- Hayes e serçeteyê koma Ahrar El- Şerqiye ku girêdayî artêşa Niştîmanî ye.
Di sala 2011’an de li gundê xwe El-Şeqrayê ya ku dikeve rojavayê Dêrezorê bi karê çandiniyê re mijûl dibû. Li Urdunê jî demeke karkeriya avasaziyê kiriye. Bi destpêkirina krîza li Sûriyeyê, ew tevlî rêzên ‘Tevgera Ehrar El-Şam’ bû. Di wan deman de bu yek ji mezintirîn komên dijberê hikûmeta Şamê. Piştre bu fermandarekî leşkerî di nav wê Tevgerê de.
Ji ber gelek binpêkirin pêk anî û pereyên Ehrar El Şam dizîn, ji tevgerê hate avêtin. Di sala 2016'an de, koma "Ehrar El-Şerqiye" ku serkêşiya wê Ebû Hatim Şeqra dikir, piştî wergirtina piştgiriya welatên kendava Erebî bi 500 hezar euroyê damezrand. Piştî çend mehan ji operasyonên wê yên leşkerî li dijî rêjîmê, nêzîkatiya komê hate guhertin û komê dest bi sepandina malên xelkê û talankirina pereyên sivîlan kir. Di nav wan kiryarên ku kirine de Ebû Hatim Şeqra bi qetilkirina Sekretera Giştî ya Paritiya Sûriyeya Paşroj Hevrîn Xelef û du kesên ku li gel wê bûn di Cotmeha 2019'an de hat sûcdarkirin.
Hevrîn Xelef Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Paşeroj û endizyar bû. Di sala 1984'an de li bajarê Dêrîkê ji dayik bibû. Xelef tevî ajokar û hevrêyek xwe ji aliyê komê çeteyan ve hatin dîlgirtin û qetilkirin. Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyeyê, ajokar û hevrêyê Xelef bi destê Ebû Hatim Şeqra û koma Ehrer El- Şerqiyê hatin qetilkirin.
Lêpirsîneke BBC Erebî di bin sernavê "Qetlikirina Aştîxwazekî Sûriyeyê" de, eşkere kir ku delîlên teqez li vir nîşan didin ku Hevrîn Xelef dema operasyona artêşa Tirkiyê li ser herêmên Serêkaniyê û Girê spî de, ji aliyê komek çeteyên dewleta Tirk a dagikirin ve hatiye qetilkirin.
Li gorî şahidan, Ebû Şeqra xwedî dîrok û tomareke tijî tawanên dijî mirovatiyê li dijî xelkê Efrînê, bi taybetî jî xelkê Êzîdî. Li gorî raporeke Navenda Belgekirina binpêkirinan Ebû Hatim Şeqra di navbera Tirkiyê û bajarên Girê Spî û Serêkaniyê de tevdigere û 4 baregehên wî yên leşkerî hene (yek ji wan li bajarê Serêkaniyê û yên din li bajarokê Mebrûka gundewarên Serêkaniyê û gundê Til Xenzir ê Idlibê ye) Her wiha çeteyên wî bi sedan malên sivîlan, zeviyên çandiniyê û xaniyên xelkê desteserkirine. "Ehrar El-Şerqiye" piştî ku ji nav rêzên "Tevgera Ehrar El-Şam" a Îslamî hate veqetandin, di serî de Efrîn beşdarî şerên ligel artêşa Tirkiyê bû. Her wiha niha ew kom beşeke sereke di nav rêzên Artêşa bi navê "Artêşa Niştimanî" de ne.
Di sala 06.07.2023’an de serçeteyê Ahrar El-Şerqiye Ebû Hatim Şeqra ji beşa Zanista Siyasî û Pêwendiyên navdewletî ya Zanîngeha Mêrdînê ya Tirkiyeyê mezun bû. Wêneyên mezûniyetê ji aliyê çalakvanan ve li ser medyayên civakî hatibûn parvekirin.
Têkîldarê mijarê Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Sûriyeya Paşeroj Mihemed Bêrem diyar kir ku dayîna bawarnameya zanistî ji bo serçeteyek mîna vî terorîst, tê wateya destekkirina sûcên ku kirine û ev tişt gotin, “Ev piştgirî tê wateya destê dewleta Tirk di qetilkirina Hevrîn Xelef de heye. Ji ber wê em weke endamên Partiya Sûriyeya Paşeroj diyar dikin ku pêwîste kesayetên weke Ebû Hatim Şeqra di dadgehên Lahayî de were darizandin û cezakirin.D ema kesên bi vî rengî serbest werin hêştin û piştgirî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker bistînin, asta kujerî û kiryarên wan zêde dibin. Me dît ku çewa di şeva Newrozê de kesên ku girêdayî Ebû Hatim Şeqra ne, 4 sivîl li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî ku agirê Newrozê geş dikirin bê rehm hatin şehîd xistin û heya niha doza wan ku ser hatiye tepsendin. Ji ber wê em dikarin bêjin ku deshilatdariya Tirkiyê dergûşa terorê û paşverûtiyê ye."