Şêniyên Çilaxa û Til Hemîsê dewleta Tirk şermezar kirin
Li Çilaxa û Til Hemîsê bi sedan kes li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan.
Li Çilaxa û Til Hemîsê bi sedan kes li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan.
Dewleta Tirk bi taybet piştî hilbijartinên 28’ê Gulanê êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Hema her roj bi balafirên bêmirov rasterast cihên sivîlan hedef digirin sûcên şer ên giran pêk tînin.
ÇILAXA
Ji bo şermezarkirina êrîş, siyasetên tecrîdê û êşkenceya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şênyên Çilaxa, endamên sazî, meclîs, Meclîsa Malbatên Şehîdan, nûnerên ji partiyên siyasî, Kongra Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan xwepêşandaneke girseyî li dar xist. Xwepêşandan ji Qada Şehîd Masûm a li naverasta navçeyê ber bi kolana giştî ve dest pê kir. Di xwepêşandanê de dirûşmên "Bijî berxwedana gelan", "Bijî berxwedana Rêber Apo" hatin berzkirin û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.
Li qadê xwepêşandan veguherî mîtîngê. Li wir endama rêveber a Kongra Star a Çilaxa Semer Hisên axivî û siyasetên dijminane yên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
Hisên bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku li dijî siyasetên dijminane têkoşînê bilind bikin da ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bînin û planên dagirkeriyê têk bibin.
Hevserokê Şaredariya Gel a Çilaxa Feysel Hesen jî diyar kir ku heta projeya neteweya demokratîk bi ser bikeve dê li ber xwe bidin.
TIL HEMÎS
Bi sedan şêniyên Til Hemîsê, endamên saziyên sivîl ên bajarokên Til Ehmed, Ebû Cirn, Ukaz û Cezayê, rûspiyên eşîran xwepêşandanek lidar xist. Xwepêşandan ji pêş avahiya trafîkê ya li rojhilatê navçeyê ber bi taxên navçeyê ve dest pê kir.
Li Çerxerêya Sewami ya li bakurê navçeyê xwepêşandan veguherî mîtîngê. Li wir hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Til Hemîsê Xalib El Sadûn axivî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û got, gelê herêmê yê xwe dispêre fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hember siyasetên qirkirinê li ber xwe didin.
El Sadûn wiha domand: "Bi hevgirtina pêkhateyên herêmê; Ereb, Kurd û Suryan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek serkeftin û destkeftî pêk hatin. Lê ev destkeftî li kêfa dijmin û dewleta Tirk a dagirker nayên, ji lew re bi topan, balafirên bêmirov û şaneyên çeteyên DAÎŞ′ê herêmê hedef digirin."
El Sadûn diyar kir ku ew ê ji bo têkbirina hemû êrîşên li ser herêmên wan li kêlek hêzên xwe yên leşkerî bin.
Endama navenda çandê ya Til Hemîsê Hedîl El Ebdullah jî got ku dewleta Tirk a dagirker tolê ji destkeftiyên li herêmê, ewlehî û îstîqrarê hiltîne. El Ebdullah diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digirin û anî ziman ku dijmin nikare vîna wan bişikîne. El Ebdullah got ku wê bi hev re li hemberî hemû êrîşan bisekinin.