Îsraîlê bombe li derdora qesra serokatiyê ya li Şamê barand
Îsraîlê bi bombedkirina derdora qesra serokatiyê ya li Şamê gefa xwe ya li ser Sûriyeyê bi cih anî.
Îsraîlê bi bombedkirina derdora qesra serokatiyê ya li Şamê gefa xwe ya li ser Sûriyeyê bi cih anî.
Ev êrîşa Îsraîlê piştî daxuyaniya lîderê Durzî hate kirin, ku Serokkomarê nû yê Şamê Ahmed El Şara bi 'qirkirinê' sûcdar kiribû.
Lîderê olî yê Durzî yê li Sûriyeyê Şêx Hîkmet el Hecrîn roja Pêncşemê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku "kampaya qirkirinê ya neheq" li hemberî "sivîlan" tê meşandin.
Lîderê olî yê Durzî piştre bang li hêzên navneteweyî kiribû ku bi lez dest li rewşê werdin.
Şêxê Durzî her wiha gotibû, "Em êdî ji vê avaniyê bawer nakin ku ji xwe re dibêje hikumet e. Hikumetek nikare milîsên xwe yên alîgirê tundrewiyê bi kar bîne, gelê xwe bikuje û piştre jî ji wan re bibêje hêzên bê kontrol in."
Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ji destpêka hefteyê û vir ve di êrîşên li ser Durziyan û şer de zêdeyî 100 kes hatin kuştin.
Îsraîl ku ji aliyê teknîkî ve bi Sûriyeyê re di nava şer de ye, beriya niha gef li Şamê xwaribû ku eger ev hindekahiya olî neyê parastin wê bersiveke 'xurt' bide.
Piştî çend saetan jî sibeha Înê artêşa Îsraîlê ji ser Telegramê ragihand ku balafirên şer bombe li herêmeke derdora qesra serokatiyê barandine.
Serokwezîr Benyamîn Netanyahû û Wezîrê Parastinê Îsrael Katz bi daxuyaniyên nivîskî gotin, "Ev yek peyameke eşkere li hemberî vê rejîma Sûriyeyê ye. Em ê destûrê nedin ku hêzên xwe bişîne başûrê Şamê yan jî gefê li civaka Durzî bixwe."
JI NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BANGA JI BO ARAMIYÊ
Neteweyên Yekbûyî bang li aliyan kir ku bi berpirsyarî tevbigerin û dîplomatên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê jî 'bûyerên tundiyê yên dawî û gotinên sorkirinê' weke 'yên dikarin bêne şermezarkirin û nayên qebûlkirin' pênase kirin.