Li Şamê di 48 saetan de 74 kes hatin qetilkirin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di pevçûnên 48 saetên dawî yên li gundewarê Şamê de 74 kes hatin qetilkirin.

Koordînatorê Alîkariyên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ê Sûriyeyê Adem Ebdulmewla ew ji tundûtûjiya li gundewarê Şamê bi fikar e û qetilkirina sivîlan şermezar kir.

Ebdulmewla anî ziman ku belavbûna tundûtûjiyê ber bi parêzgeha Siwêdayê ve gefan li ewlehî û aştiya sivîlan dixwe, rewşa mirovî xerabtir dike û destkeftiyên bi zehmetî hatine bidestxistin tûşî xeteriyê dike.

Ebdulmewla diyar kir ku di bin çi rewşê de dibe bila bibe, nabe karkerên di qada mirovî û tibî de dixebitin werin hedefgirtin û ev yek binpêkirina qanûna navneteweyî û mirovî ye.

Ebdulmewla bang li hemû aliyan kir ku xwe ragirin, tedbîrên parastina sivîl û karkerên di qada mirovî de dixebitin bigirin.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di pevçûnên 48 saetên dawî yên li gundewarê Şamê de, 74 kes hatin qetilkirin.